Hozanê Kurd Bavê Selah jiyana xwe ji dest da

473
Hozanê Kurd Ebdulrehman Umer ku bi navê Bavê Selah tê naskirin, ji ber nexweşiyê, jiyana xwe ji dest da.

Hozanê Kurd ê welatparêz Bavê Selah îro serê sibehê li Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Umer yê 64 salî jiyana xwe bi vejandina çand û hunera Kurdî derbas kir.

Bavê selah ji gundê Kurda yê navçeya Cindirêsê yê Kantona Efrînê ye. Bavê Selah bi têkoşîn û vejandina çand û huner Kurdî dihat nasîn. Ew ji ber kesayeta xwe ya şoreşgerî, çend caran ji aliyê sîstema El-Baas ve hatiye girtin. Tevî zext û fişarê jî têkoşîna xwe ya di warê parastina çanda Kurdî de bênavber berdewam kiriye.

Berhema herî bi nav û deng a hozanê Kurd Bavê Selah, Delal (Derwêş û Ebûlê) ye. Hêjay gotinê ye ku Rêperê PKK’ê Abdullah Ocalan jê re dibêje yê ku herî destana Derwêş û Edûlê vedibêje Bavê Selah e û wiha li ser dibêje; “Herî zêde dema min ew guhdar kir, ez bi kûrbûna wê çîrokê hesiyam û jê bandor bûm.”