HDP’ê ji bo naskirina Qirkirina Êzidiyan, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir

192

HDP’ê, ji bo Qirkirina Êzidiyan a di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hat kirin li Tirkiyeyê were naskirin, pêşniyara qanûnekê li Meclîsê kir.

Pêşniyar qanûn ji aliyê Cîgirên Serokê Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken ve hat pêşkêşkirin.

Di beşa hinceta qanûnê de hat ragihandin, têkildarî hejmara mirovên ji vê civaka qedîm a Rojhilata Navîn Êzidiyan, agahiyeke têrker nîne û hat gotin, «Tê texmînkirin, ku nifûsa wan a li gelemeperiya cîhanê 600 hezarî heta 800 hezar e. Di sedsala 20’an de û Rojhilata Navîn li gorî netewe dewletan ji nû ve hat dîzaynkirin, civata Êzidî jî bi sînorên li nava wan hatin danîn, ji hev hat qutkirin. Beşa herî mezin a civaka Êzidî li herêmên Şêxan û Şengalê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn. Beşek jî li Ermenîstan, Gurcîstan, Çiyayê Kurdan ê li Sûriyeyê, Cizîra Sûriyeyê, Heleb a Sûriyeyê û li Başûrrojhilatê Tirkiyeyê dijîn.»

Di pêşniyar qanûnê de ji Meclîsê tê xwestin, komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hat kirin, ku weke fermana 73’an tê binavkirin, ji aliyê Meclîsê ve weke qirkirinê bê naskirin.

Xalên qanûna ku ji aliyê HDP’ê ve hat pêşniyarkirin, ev in:

XALA 1. Meclîsa Mezin a Miletê Tirk, çalakiyên rêxistina terorê ya bi navê DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li herêma Sîncar (Şengal) a Iraqê, ku warê 400 hezar Kurdên Êzidî ye pêk anî û bi deh hezaran Êzidî qetil kir, bi sed hezaran koçber kir, herî kêm 3200 jinên Êzidî kir kole, zarokên mêr ên Êzidî ji nasnameya wan qut kir û asîmîle kir û vê yekê jî ji bo tinekirina nasname û baweriya civaka Êzidî kir, weke qirkirina li dijî civaka Êzidî qebûl dike û vê qirkirinê jî weke sûcekî li hemberî mirovahiyê dibîne.

XALA 2. Tirkiye, ji ber komkujî, xalîkirina civakî û tehcîrê, roja 3’ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Civaka Êzidî nas dike.

XALA 3. Ji bo cihêkarî li Êzidiyên neçar man e koçî Tirkiyeyê bikin neyê kirin, ji bo pêşî li gotinên nefretê yên li hemberî Êzidiyan bê girtin, tedbîrên taybet ên ewlekariyê digire. Xizmeta tercûmaniyê dide wan û bi vî rengî xizmeta bi zimanê wan ê dayikê pêşkêş dike.

Ji bo parastina bawerî û nasnameya civaka Êzidî tedbîran digire. Ji bo Êzidiyên dixwazin li nava sînorên Tirkiyeyê bijîn û ji bo yên dixwazin vegerin axa xwe karibin bi nasname û çanda xwe bi rengekî aram bijîn, berpirsyariyên xwe bi cih tîne.

XALA 4. Ji ber ku qirkirina li dijî civaka Êzidî dewam dike, ji bo dawî li van êrîşên qirkirinê were anîn, bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de digire. Tirkiye ji bo dawî li pêkanînên DAIŞ’ê were anîn, dixebite.

XALA 5. Ji bo Qirkirina Êzidiyan ji her alî ve were ronîkirin, ji bo gorên komî bên vekirin û ji bo Êzidiyên ketine bin bandora giran a êrîşan karibin ji xwe re jiyaneke nû ava bikin, hikûmeta Tirkiyeyê di warê afirandina derfetên madî û manewî de bi berpirsyariya xwe radibe.

XALA 6. Ev qanûn piştî dema hat weşandin, dikeve meriyetê.

XALA 7. Hikmên vê qanûnê ji aliyê Desteya Wezîran ve tê birêvebirin.