Em ê hesab ji berpirsyarên komkujiya 3’ê Tebaxê bipirsin

346

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengal diyar kir, hêza esasî ya Şengalê YBŞ weke hêza tolhildana ji komkujiyan derketiye holê û destnîşan kir, ku ew ê hesab ji kesên rê li ber komkujiya 3’ê Tebaxê vekirine bipirsin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Şengal a Mûsilê komkujiyek kirin. Bi hezaran mirov hatin qetlikirin, bi hezaran dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û bi sed hezaran koçber bûn. Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengal destnîşan kir, ku ew ê hesab ji her kesên di vê komkujiyê de rola wan wan heye bipirsin û bang li Êzidiyan kir, ji bo li dora YBŞ’ê bicivin.

JI BER KU GELÊ ME HÊZA XWE BI RÊXISTIN NEKIR, KOMKUJIYÊ RÛ DA

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengal di salvegera komkujiyê de ji ANF’ê re axivî û anî ziman, yek ji sedemên rûdana komkujiya 3’ê Tebaxê nebûna hêza xweparastinê ya civaka Êzidî bû. Şengal da xuyakirin, ku divê sedemên hemû komkujiyan baş bên lêkolînkirin û got, «Du sal di ser komkujiya li civaka me ya Êzidî hat kirin, derbas dibe. Di şexsê Şehîd Berxwedan, Şehîd Şengal, Şehîd Berîvan, Şehîd Newrez û Şehîd Kawa de em hemû şehîdên komkujiyê, şehîdên Kurdistanê bibîr tînin. Divê em sedemên rê li ber vê komkujiyê vekirine ji xwe bipirsin. Eger em bi tenê dijmin, hêzên desthilatdar weke sedemê bibînin, wê demê dibe ku em rê li ber rûdana komkujiyeke nû vekin. Hemû lêkolînên niha li ser komkujiyan hatine kirin, şaş hatine kirin. Encameke rast ji bo gelê me dernexistine holê. Dubarebûna komkujiyan nîşan dide ku pirsgirêkek heye. Hem ji aliyê civakî, hem jî ji aliyê şexsî ve ev komkujî û sedemên wê rast nehatine lêkolînkirin. Xwe bi rêxstin nekirin, hêzeke xwe ava nekirin, lewma komkujî careke din li wan hat kirin.»

YBŞ HÊZA CIVAKA ÊZIDÎ YE

Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên qetlîamker qetlîameke cuda kirin û bibîr xist, ku di encama vê komkujiyê de civakê ji xaka xwe koç kir û li çar aliyên cîhanê belav bû. Şengal da zanîn, ku civaka Êzidî parastina xwe ji hêzên din re hiştibû û got,»Bi vê komkujiyê re derket holê, gelê me ne xwedî vîn, bîrdozî û felsefeyê bû. Ji ber ku di demên beriya niha de gelê me karê parastina wan spartibû hin hêzan. Ji ber vê yekê di dema komujiyê de gelê me nehat parastin. Ev jî tiştekî tê xwestin nîne. Em vê rast nabînin. Weke sedema komkujiyê em xwe jî dibînin. Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan divê em xwe bir êxistin bikin, xurt bikin. Ji bo vê jî divê em xwedî bîrdozî, felsefe û îradeyê bin. Bi vî rengî em ê karibin pêşî li komkujiyan bigirin. Beriya komkujiyê, hêzeke parastinê ya vî gelî tine bû. Piştî vê komkujiyê gel xwe bi rêxistin kir û bû xwedî hêza xweparastinê YBŞ’ê.»

AZADIYA ŞENGALÊ BI YEKÎTÎ Û HEVGIRTINA GELÊ ME DIBE

Şengal destnîşan kir, YBŞ hêza xweparastinê ya civaka Êzidî ye û wiha dewam kir: «YBŞ navê rastnivîsa vî gelî li rûpelên dîrokê ye. YBŞ parastina nirxên vî gelî ye û nirxê vî gelî bi xwe ye. Hêzeke ku dike bawerî û çandên li vê xakê bi rengekî azad bijîn. Divê gelê me jî bi vî rengî nas bike. Êdî ev gel bûye xwedî hêza xweparastinê, rêxistinbûn, felsefe û bîrdoziya xwe afiriye. Xwe gihandiye rêxistinbûyîneke ku li ser bingeha felsefeya Rêber Apo, bîrdoziya neteweya demokratîk esas digire.»

Mazlûm Şengal bang li civaka Êzidî kir, ku li dora YBŞ’ê bicive û got, «Berê, dema êrîş li hemberî civaka me dihat kirin, ji derve alîkarî dihat hêvîkirin û koçberî weke rêya rizgariyê dihat dîtin. Lê niha bi vî rengî nêz nabin. Ji ber ku gelê me hêza xwe, rêxistinbûyîna xwe afirandiye. Û wê ji niha û pê ve jî bêhtir cihê xwe di nava YBŞ’ê de bigire û xwe ji nû ve ava bike. Ji bo vê jî divê li nava refên YBŞ’ê têkoşîn bê meşandin. Ji ber ku şerê li Rojhilata Navîn hîn neqediya ye, kaos dewam dike, kûr dibe. Û li Rojhilata Navîn ji bo gelême û hemû gelên hewl didin hebûna xwe biparêzin, hê xeterî heye. Lewma divê gelê me rêxistinbûyîna xwe xurt bike û di nava yekîtî-hevgirtinê de tevbigere. bi vî rengî gelê me û Şengal azad dibe. Bi vî rengî gel dikarin bi hev re bijîn. Lewma roj roja ked dayîn û tevgerê ye. Û dema ku her kes di nava vê rêxistinbûyînê de cih bigirin û tevbigerin e.»

YEKANE HÊZA ÊZÎDXANÊ DIPARÊZE YBŞ YE

Şengal bang li hemû ciwanên Êzidî kir, ku di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de têbikoşin û got, «Tevî ku du sal di ser komkujiya li Şengalê re derbas bûne, ya tê dîtin dubarebûna şaşîtiyan e. Ev şaş e. Pêwîste her kes dev ji nêzîkatiyên xwe yên berê berdin. Ew nêzîkatî û feraseta berê me bi ser naxînin, berevajî em têk dibirin. Dibû sedem ku komkujî li me bê kirin. Lewma pêwîste em dest ji malbatparestî, eşîrperestî, begperestiyê berdin. Girîng e em hemû bi hev re tevbigerin û ruhê Êzîdxanê esas bigirin, yekîtiya Êzidiyan ava bikin. Bi vê armancê divê hemû hêzên li Şengalê bibin yek. Bi vî rengî em dikarin xwe û Kurdistanê biparêzin.»

Şengal ev bang kir: «Kî dixwaze xizmetê ji vî gelî re bike, divê bê û cihê xwe di nava refên YBŞ’ê de bigire. YBŞ hêzeke malbatekê, cemaetekê, eşîrekê nîne. Yên hesabê vê dikin, wê ti carî bi ser nekevin. Lewma divê beriya her tiştî ji vê şaşîtiyê vegerin. Ji ber ku YBŞ yekane hêza Êzîdxanê diparêze, bi ruhê Êzîdxanê dikeve nava tevgerê ye. Em vê yekê weke wezîfeyeke xwe dibînin. Bi vê erk û wezîfeyê re, ji destpêka komkujiyê ve me dest ji xaka xwe bernedan û em ji hingî ve diparêzin.»

YBŞ DI PÊNGAVA MINBICÊ DE ESÎRÊN ME AZAD DIKIN

Şengal bal kişand ser rola aktîf a YBŞ’ê di rizgarkirna navenda bajarê Şengalê û gundên wê û destnîşan kir, ku yekane hêza li Şengalê berdêlê dide YBŞ ye. Mazlûm Şengal got, «Hêzên me niha li Minbicê bi roleke girîng radibin û malbatên me yên esîr ketine destê çeteyan, rizgar dikin. Me di konferansa YBŞ’ê de soza vê dan û em vê soza xwe bi cih tînin. Di vê çarçoveyê de, di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de me 20 welatiyên xwe yên dîlgirtî ji destê çeteyan rizgar kirin. Vê dawiyê jî me 15 welatiyên xwe ji destê çeteyan rizgar kirin.» Şengal destnîşan kir, li her cihê ev çete lê ne, ew amade ne şerê ji bo rûmetê bimeşînin û got, «Ev yek erka me ya bingehîn e.»

BANGA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN YBŞ’Ê LI CIWANAN HAT KIRIN

Mazlûm Şengal destnîşan kir, ku YBŞ weke hêza hilanîna tola 73 fermanên li civaka Êzidî rabû, derket holê û diyar kir, ew ê hesab ji her kesên rê li ber komkujiya 3’ê Tebaxê vekirine bipirsin. Mazlûm Şengal got, «Di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûn. Me dersên mezin ji vê komkujiyê derxistin. Di nava van dersan de divê em kêmasiyên xwe bibînin û rexneyan li xwe bigirin. Bi nêzîkatiyeke rast em dikarin ji bo civaka xwe û zarokên xwe siberojeke xweş ava bikin. Di vê çarçoveyê de ez sersaxiyê ji malbatên civaka me ya zarokên wan, mirovên wan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, dixwazim. YBŞ hêza hilanîna tola 73 fermanan e, lewma divê bi xurtî tevlî nava YBŞ’ê bibin.»