Gelê Êzîdî dev ji çanda xwe bernade

262

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyd Hesen cejna Şerfedîn li Êzidiyan pîroz kir û got ku kombûna girseya gel li ber Şerfedîn tê wateya girêdana Êzidiya bi rê û resmên wan ve.Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyd Hesen derbarê coşa gelê Êzîdî ya pîrozkirina Cejna Şerfedîn û girêdana wan bi ol û çanda xwe re ji ANHA’yê re axivî.

Hesen di destpêka axaftina xwe de got ku gelê Êzîdî bi çanda xwe ve girêdayî ye û ev tişt anîn ziman: “Ev girseya gelê Êzidî ku li ber mezargeha Şerfedîn ji bo pîrozkirina cejinê piştî fermana 74’an û zor û zehmetiyên ku kişandine, diyar dike ku gelê Êzidî dev ji rê û resmên xwe yên olî û çanda xwe bernade.”

‘Wê ew cihên pîroz dîsa bên avakirin’

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de, got: “Gelê Êzîdî wê carek din xwe komî ser hev bike û li dijî neyarên xwe li ber xwe bide. Da ku Fermana 74’ê fermana dawî be û tola wan xort û keçên xwe yên ku di ser bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin hilînin. Her wiha wan cihên pîroz ên ku hatine teqandin careke din ava bikin. Em tenê bi vî rengî dikarin bersiva dijminê xwe bidin û xwe ji berê bi deh qat xwirtir bikin. Ji ber ku îro bi sedan Milîtanên Apocî di çiyayê Şengalê hatine perwerde kirin û ew ê ti carî bê hîvî nemînin.”

Banga vegera Êzîdxanê

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyd Hesen
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyd Hesen

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyd Hesen di dawiya axaftina xwe de careke din cejna Şerfedîn li tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û banga vegerêli êzîdiyên li Ewrupa û her derê kir ku vegerin Êzîdxanê, da ku karibin bibin bersiva fermanê û jinên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de xilas bikin.

Gelê Êzîdî her sal di meha tebaxê de Cejna Şerfedînê li Mezargeha Şerfedînê, pîroz dike.