Encamnameya 2. Konferansa Jinên Êzidî eşkere bû

493

Jinên Êzidî di roja 25’ê Îlonê de li çiyayê Şengalê 2. Konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de jinan xwe wek TAJÊ bi rêxistin kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî encama 2. Konferansê ji raya giştî re eşkere kir. Naveroka daxuyaniya TAJÊ wiha ye;

“Me wek Jinên Êzidî di roja 25’ê Îlonê de bi 300 beşdaran re 2. Konferansa xwe ya Jinên Êzidî pêk anî. Keça me ya Êzidî ku hemû jiyana xwe daye vê têkoşîn, Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Nûriye Kespîr, Seroka Kongra Star a Rojava û Nûnerên Jinên Êzidî yê ji Rojava û gelek sazî û rêxistin beşdarî Konferansa me bûn û peyamên gelekî watedar dan.

Yekîtî û rêxistinî ji bo me yekane rêye

Di 2. Konferansa me de biryardariya ji bo mezinkirina têkoşînê di astek jor de derkete holê. Di vê dema dawî de her çiqas Şengal hatibe rizgarkirin û kesên ku koçber bûne, vegeriyane jî, lê hêjî gelek jin û mirovên me di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Di serî de rizgarkirin Şengalê û hinek gundên ku nehatine rizgarkirin û jinûve avakirina Şengalê li benda me ye. Dîsa di serî de ji ber siyasetên Hikûmeta Herêmê û hinek dewletê din, hemû mirovên me venegeriyane Şengalê. Ji neçarî li çar aliyê cîhanê wek penaber dijîn. Ji ber van rastiyan em wek civak yekîtî û rêxistiniyê wek neçarî dibînin, yekane rêye û divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Li ser van bingehan di konferanansê de îdiaya ku em wek jin rola dikeve ser milê me pêk bînin, derket holê.

Yekemîn Konferansa me di salvegera yekemîn a fermanê de hat lidarxistin, me wek jinên Êzidî ev wek pêwîstiyek rêxistinî û rewşek lezgîn dît. Wê demê me wek Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê hebûna xwe îlan kir. Di van demên bihorî de me wek Jinên Şengalê xwest di serî de hêza parastin, di hemû qadên jiyanê de pêwîstiyên xwe pêk bînin û li ser vê esasê me xwe birêxistin kir.

Me xwe wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îlan kir

Duyemîn Konferansa me pêwîstî dît ku li ser bingehê kûrbûn û xwe mezinkirinê, em ber bi rêxistinbûnek berfirehtir ve biçin. Li ser vê bingehê me xwe wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îlan kir. Meclîsek ji 31 kesan hat hilbijartin. Meclîs wê li gor pêwîstiyan Rêveberî û Kordînasyona xwe hilbijêre.

Konferansa me ya duyemîn peymannameyek li ser esasê feraseta me ya rêxistinkirinê, şêwazê rêxistin û pêkhateya me derxist. Çawa ku di peymannameyê de behsa wê tê kirin, jinên Êzidî alek ji xwe re diyar kirin. Ala me wê piştî ku nêrîn û pêşniyarên beşdarên Konferansê jî were esasgirtin, ji raya giştî re were eşkerekirin.

Konfersana me bi dehan qehremanên me ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê têkoşîn kirin û şehîd bûn, bi bîra anî. Bi saya wan îro em li Şengalê ne û konferansek bi vî rengî lidar dixin. Me soz û biryardariya azadî û serkeftina gelê xwe dubare kir. Tişên ku wan xeyal dikir, pêşxisitna parastin û rêxistina cewherî, em pêk bînin. Her wiha me Şehîd Bêrîvan Şengal û Bêrîvan Arîn wek semola berxwedaniya Jinên Êzidî pejirand.

Di encama nîqaşan de hinek biryarên ku me di konferansê de girtin wiha ne;

1.Em wek jinên Êzidî ku li ser bingeha raman û felsefeya Rêber Apo gihiştine zanebûna xwerêxistinkirinê, azadiya Rêber Apo dixin navneda têkoşîna xwe. Em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya jinên Êzidî ye.

2. Em ê li hember pêkhate û hişmendiya desthilatdar a mêrê serdest xeta jina azad pêş bixin û têkoşînê mezin bikin; Em ê rêxistina xw ya civakî ya demokratîk, azadîxwaz ku xwe dispêre hêz û îradeya cewherî pêş bixin.

3. Em ê wek jin bi rêxistiniya xwe ya cewherî di serî de parastina cewherî di hemû qadên civakî, siyasî, aborî, dîplomasî, tenduristiyê û gelek qadên din de xwe birêxisin bikin.

4. Di her qada ku xelkê me yê Êzidî dijî bi taybet bi jinên li wir re em ê pewendiyê pêş bixin û bi mekanîzma û platformek hevbeş, ber bi rêxistineyek hevbeş a jinên Êizdî ve biçin.

5. Jinên ku bi taybet ji ber vê fermana dawî neçar ma koçber bibin, li cihê lê ne werin birêxistinkirin. Li kêleka wê ji bo vegera Şengalê xebatên rêxistinkirinê û teşvîqkirina wan werin meşandin.

6. Ji bo ku belavbûn û nerêxistinbûna civaka me ji holê were rakirin, em wek jin ji bo rêxistinkirin û yekkirina civakê rol bigrin ser milê xwe.

7. Heta ku yasayên navnetewî û yên Iraqê derfet bide, em li gor xwseriya bawerî û çanda xwe ji bo statuya siyasî bidest bixin têkoşîn bikin. Di rewşên ku yasa derfet nede jî em ji bo vê yekê têkoşîna xwe bimeşînin.

8. Em wek civaka Êzidî li dijî ewçend komkujî, penabertî û asîmîlasyonê, li gel NY Êzdayetiyê biparêzin û ji bo ku bikeve bin ewlehî û garantiyê têkoşîn bikin û dîplomasiya wê pêş bixin.

10. Em di nava civaka xwe de jinên ku ji destê çeteyan rizgar bûne, pirsgirêkên wan yên wek tenduristî, aborî û hwd. çareser bikin. Bê ku em wan ji civakê cuda bikin, ji bo hevdîtinek bi tendurist bi civakê re, proje û xebatan di qadên navnetewî de xwe birêxsitin bikin.

11. Bi perspektîva jin, pêşxistina aboriya komînal, di qadên perwerde, tenduristî, civakî û çandî de em xwe birêxistin bikin û li gor wê sazî û dezgehên xwe ava bikin.

12. Em xebatên ji bo perwerdekirina jinan zêdetir bikin û perwerde bi şêwazên dewlemend û têr were dayîn.

13. Em bi jinên di Şengalê û derveyî Şengalê ku kêmnetew in û bindest in û bi jinên di civakên din re, her wiha bi tevgerên jinan re di zemînek demokratîk de peywendiyan pêş bixin û di nava şêwiriyê de bin.”