Vekişîna HPG‘ê ji Şengalê xizmeta dijmin dike

341

Welatiyên Êzidî yên li Kampa Newroz gotin ku biryarên hin rûspî û şêxên Êzidiyan ku alîgirên PDK’ê ne, li dijî gelê Êzidî bi xwe ne û xizmeta AKP û PDK’ê dikin.

hin rûspî û şêxên Êzidiyan (yên alîgirên PDK’ê ne) di li pîrozgeha Şerfedîn a Şengalî civînek lidar xist û biryar girtin ku divê HPG’ê û YjaStarê ji Şengal vekişin.

Li van biryaran, bi sedan welatiyên Êzidî yên li Kampa Newroz bicih dibin, bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember van biryaran, nîşan dan.

Welatî li pêşiya navenda Meclîsa Şengalê kom bûn da daxuyaniya xw bixwînin. welaltiyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiribûn û pankartên li ser hatibûn dayîn” Na ji vekişandina PKK‘ê, serokê êlan me temsîl nake” vekiribûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê herêma Şengalê li Kampa Newroz Fedhan Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

” Di nêrîma me de wekî welatiyên Kampa Newroz, biryarên ku di civîna pîrozgeha Şerfedîn hatin standin, li dijî gelê Êzidi ne, tenê xizmeta AKP‘ê û PDK‘ê dike.

Kesên ku di civîna Şerfedîn de beşdar bibûn, li şûna ku şerê DAIŞ‘ê, bi wan re dibin desteke, em dizanin ku hêzên PDK‘ê, dema êrîşên DAIŞ‘ê li ser Şengalê xwe ji Şengal vekişand, HPG‘ê li şûna wan derbas bû û parastina welatiyan kir.

Em dizanin ku ew kes kî ne, dema DAIŞ êrîş kir digotin Şengal bernedin wê Pêşmerge we biparêze, me armancên wan dît îda û planan nas kir ew ku Şengal radestî DAIŞ‘ê û bi alîkariyekê ji PDK‘ê.

Mebesta civîna ku li Şerfedîn hatinbû lidarxisitn rihê berxwedanê di nava gelê Şengalê têk bibe.

Em ji wan kesan re dibêjin ku mîna van biryaran nedin, ji ber xizmeta gelê Şengalê nake, derketina HPG‘ê, YPS‘ê YJS‘ê we li dijî berjewndiyên gel me bin. Em dibêjin ku Hêzên Parastina Gel derbasî Şengalê bû piştî ku Pêşmerge xwe vikişand, em qebûl nakin ku HPG‘ê ji Şengal were derxistin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi dawî bû.