Hêza pêşî ya ku divê tevlî operasyona Mûsilê bibe Êzîdî ne

174

Operasyona Mûsilê her kesî têkildar dike. Her kes dixwaze tevlî operasyonê bibe, lê li dij derdikevin Êzîdiyên ku li hêla Mûsilê ne tevlî operasyonê bibin.Ti hêzek nikare bibe asteng ku Êzîdî tevlê bibin .
Operasyona Mûsilê tê nîqaşkirin. Bi vê operasyonê tê armanckirin ku DAIŞ ji Mûsilê were paqijkirin. Lê beriya operasyonê li ser Mûsilê şerê mezin destpê kir. Ev rewş nîşan dide operasyona Mûsilê wê ne hêsan be ku DAIŞ ji Mûsilê were derxistin, şerê li Mûsilê wê pir dirêj bike.

Pêşî em bi bîr bixin bê ka çawa Mûsil ket destê DAIŞ’ê. Wê demê waliyê Mûsilê bi gelek derdor û êlan re li hev kir û bi mîzansena ku Tirkiye û Siûdî Erebîstan jî di nav de ye Mûsil radestî DAIŞ’ê kirin. Tê zanîn ku rista Baasiyên berê jî heye di standina Mûsilê de. Bajarê ku nifûsa wê 2 milyone bêyî ku şer bike radestî DAIŞ’ê hate kirin. Dibêjin artêşa Iraqê şer nekir. Lê artêşa Iraqê ew qasî tenê hate hiştin, dorpêçkirin tenê karîn canê xwe xilas bikin. Waliyê Mûsilê yê berê ku Mûsil radestî DAIŞ’ê kir, beşê Sinî yê ku bi DAIŞ’ê re hevkarî kirî, Tirkiye û Siûdî vê carê dixwazin Mûsilê ji DAIŞ’ê dewr bigirin.

A herî balkêş jî ew e ku Tirkiye dixwaze xwe tevlî nav operasyona Mûsilê bike. Weke ku ne bes be Heşdî Wetenî ya ku wê bi rêxistin kiriye bikeve Mûsilê, dixwaze ew jî têkevê. An jî bi vê zextê dixwaze di operasyona Mûsilê de bêhtir cih bigire. Tirkiye hem bi polîtîkayên xwe yên Sûriyê û hem jî ya bi Iraqê nîşan daye ku li Rojhilata Navîn xwedî nêzîkatiyeke hegemonîk e. Nîşan daye ku ew li pey xewn û xeyalên Osmanî ye. Genên hegemonîk rabûne pêdarê. Bi polîtîkayên xwe yên li ser Sûrî û Iraqê karekterê xwe yê dijminane yên li ser Kurdan nîşan daye. Sedema sereke ya ku êrîşê dibe ser Iraq û Sûriyê ev e. Dixwaze pêşiya Kurdan bigire ku roj bi roj li Rojhilata Navîn geş dibe. A trajîk jî ew e, dema ku vê dike hin nokerên Kurd ên weke PDK’ê jî dide pişt xwe. Ango polîtîkayên xwe yên dijminana yên bi ser Kurdan bi van nokeran dinixumîne.

Desthilatdariya AKP’ê dibêje, ‘’Li Mûsilê berjewendiyên min hene’’ Jixwe Erdogan bi eşkereyî, bêyî ku pêdivî bi veşartinê bibîne, got, ‘’Lozan ji bo me ne serkeftin e’’ û diyar kir çavê wî li Mûsil û Kerkûkê ye. Dibe ku îro hema wiha bi hêsanî vê armanca xwe pêk bînin lê dîti ku armanca wan ev e. Bêguman vê bi hişmendiya Mîsak-î Millî ya ku bi kongreyên Sêwaz û Erzeromê, bi welatê hevpar ê Kurd û Tirkan nîşan nade, bi hişmendiya yek milet, yek welat, yek dewlet û yek al diyar dike. Desthilatdariya AKP’ê dibîne ku Kurd ne tenê li Bakur, li Rojava û Başûr jî pir xurt dibin. Bi destwerdanê dixwaze pêşî li vê geşbûna Kurdan bigire. Jixwe bingehê polîtîkayên AKP’ê yên van 3 salên dawî li ser dijminatiya Kurdan e. Rikdariya wê ya ji bo tevlêbûna Mûsilê jî bi teqezî bi dijminatiya Kurdan re têkildar e.

Sedema din a ku AKP’ê bi Mûsilê re ew qasî pêwendîdar e ew e ku bi PDK’ê re dixwaze hêza cewherî ya Şengalê ya Êzîdiyan û sîstema xwerêberiyê bişikîne. Tê gotin piştî operasyona Mûsilê bi PDK’ê re li hev kirine ku Şengalê dagir bikin.

Operasyona Mûsilê li gel ku Êzîdiyan pir têkildar dike jî balkêş e ku ev mijar qet nayê axaftin. Siberoja Şengalê û bi ewlebûna wê girêdayî rêveberiya Mûsilê ya piştî operasyonê be. Çawa ku dagirkirina Mûsilê ji bo Êzîdiyan bû qirkirin, rêveberiya dînî û nîjatperest jî wê ji bo Êzîdiyan xeteriyekî din a qirkirinê bîne. Ji bo vê jî avabûna rêveberiyeke ku xwe spartiya neteweya demokratîk ji bo Êzîdiyan pir girîng e. Li Mûsilê û derdorê pêşketina demokrasiya xwecih ku hemû cihêti lê binimin pir girîng e. Ne bi rêveberiyeke navendî û ne jî bi rêveberiyeke yekdestî ku yên xirabe bibêjin ‘a min e’ kêşeyên Mûsilê çareser nabin. Pêdiviya Mûsilê bi rêveberiyeke wiha ya demokratîk heye ku Kurd, Şiî, Tirkmen, Kurdên Şebek û cihêtiyên di rêveberiyê de cihê xwe bigirin, werin parastin û ne dînî, mezhebî, nîjatperestî û zayendîparêz be. Êzîdî li Şengalê tenê bi vî rengî dikarin xwe ewle bibînin. Sûryanî û Kurd tenê bi vî rengî dikarin xwe ewle bibînin.

Ji her civakê bêhtir heqê Êzîdiyan heye ku bi operasyona Mûsilê re têkildar bin. Jê wêdetir jî hêzeke ku divê di asya pêşî de tevlî operasyonê hebe, divê ev jî Êzîdî bin. Hêncetên ku Êzîdî tevlî operasyonê bibin ji ya her kesî bêhtir hene. Ji ber ku herî pir Êzîdiyan têkildar dike bê ka kî wê li Mûsilê zal bibe. Ji bo vê jî divê Ezîdî tevlî vê operasyonê bibin û piştî ku Mûsil ji DAIŞ’ê hate paqijkirin di rêvberiyê de çalak bin. Tevlêbûna Êzîdiyan wê operasyona Mûsilê û rêveberiya ku wê ava bibe meşrû demokratîktir bike.

Êzîdî dema ku bibêjin, ‘’Em ê tevlî operasyona Mûsilê bibin’’ kesek nikare dengê xwe derxîne. Ji tevlêbûna PDK’ê bi deh caran zêdetir heqê Êzîdiyan heye ku bi hêza xwe ya cewherî tevlî operasyona Mûsilê bibin. PDK wê tevlî bibe, Haştî Şabî, Heşdî Wetenî wê tevlê bibe lê Êzîdî wê tevlê nebin, tiştekî wiha ne pêkan e. Tirkiye wê bi Heşdî Wetenî yan jî bi nokerên xwe tevlî operasyonê bibe lê Êzdiyên ku rewşa Mûsilê hebûna wan diyar dike wê tevlê nebin. Ev, hebûna Êzîdiyan dixe talokeyê. Ji bo vê jî li vê cografyayê ku mezhebî, miletparêzî, dînparêzî xwe pir beloq nîşan dide, ji tevlêbûn operasyona Mûsilê ya Êzîdiyan meşrûtir daxwaz nîn e. Kî nexwaze Êzîdî bi hêza xwe ya gewherî tevlê Mûsilê nebin, ji niha ve bûye hevkarê sûcê fermana Êzîdiyan.

Yên ku hevkarê qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an bûn niha li dij derdikevin ku hêzên cewherî yên Şengalê tevlê operasyona Mûsilê bibin. Desthilatdariya AKP’ê li dij derdikeve ku Êzîdî bi hêza xwe ya gewherî tevlî operasyona Mûsilê bibin. Hem jî li gel ku hikûmeta Iraqê qebûl kiriye jî. Tirkiye û PDK li gel ku berpirsên fermanda 74’an jî li ser Iraq û DYA’yê zextan dikin da ku Êzîdî tevlî vê operasyonê nebin. DYA jî li şûna ku gelê Êzîdî bifikire serê xwe li ber nêzîkatiyên şowenî yên Tirk ditewîne û qebûl nake ku hêza gewherî ya Şengalê tevlê operasyonê bibe.

Operasyona Mûsilê her kesî têkildar dike. Her kes dixwaze tevlî operasyonê bibe, lê li dij derdikevin Êzîdiyên ku li hêla Mûsilê ne tevlî operasyonê bibin..Ti hêzek nikare bibe asteng ku Êzîdî tevlê bibin Êzîdî weke civakeke biçûk, qels têne dîtin û dibêjin, ‘hûn nabin’’ Ev rastî jî nîşan dide operasyoneke Mûsilê ya ku Êzîdî ne di nav de ne wê ti xêrê ji kesekî re neyîne.

Heke çawabûna rêveberiya Mûsilê Êzîdiyan têkildar dike, naxwe bi teqezî divê Êzîdî di vê operasyonê de hebin. Ti hêz, bi ti hêncetê nikare bibe asteng ku Êzîdî tevlî vê operasyonê bibin. Êzîdî ku hewce bike wê hemû hêzan biqevêze û tevlê bibe. Ku Êzîdî helwesteke wiha nîşan bide kî dikare bibêje çi? Kî li dij vê derkeve wê dijminê Êzîdiyan be, ji qirkirina Êzîdiyan re çavê xwe bigire.

Êzîdî wê serê xwe ji fermandeke din re netewînin û teqez divê di vê operasyonê de cih bigirin. Bi ser de dewleta Tirk PDK’ê jî bide pişt xwe û piştî operasyona Mûsilê bixwaze berê xwe bide Şengalê jî Êzîdî wê li dijî tevgera Tirk derkeve û hewce bike li dijî nokerên wan jî li ber xwe bide. Ji ber ku ji bo Êzîdiyan meseleya man û nemanê ye bê ka kî wê tevlê operasyona Mûsilê bibe û kî xurt be.

 

XIDIR ALÎ ŞENGALÎ