Li Şengal PDK li pey xerabiyê ye

197

Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê kiryarên xwel li hemberî gelê Kurd didomîne, PDK`ê li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê dimeşîne. Her du hêz xuya ye di siyaseta xwe de di nava hevbeşiyekî de ne. Piştî konferansa Êzidiyan li Şengalê hat lidarxistin KDP`ê hewldanê xwe yên neqenç li herêmê zêdekir. Dixwaze di navbera gelê Êzîdî de nakokiyan çêbike.

Min gelek caran gotiye ku têkoşîna azadîya gelê kurd îro ji her demê bêhtir di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibe. Lê belê divê baş were zanîn ku qareqter û hesasiyeta vê pêvajoyê pir cûdaye ji demên berê. Beriya her tiştî, hemû dekûdolab, konsept û êrîşên tesfiyekirinê, Tevgera Azadî û Demokratîk a gelê kurd, hêvî û bendewariyên xêrnexwazan di gewriya wan de hişt û bi bedêlên giran be jî destkeftiyên têkoşîna 40 salî parast. Di heman demê hin destkeftiyên nû wek Rojava û Şengalê jî bi dest xistin û li guncîneya (xezîneya) destkevtiyan zêdekir. Lê ev yek jî dibe sedem ku li dijî gelê me, têkoşîna gelê me, daxwaziyên gelê m yên aştiyane tevna hin dekûdolabên nû bê li darxistin. Planên nû li ser navê Ola Êzdatî tên çêkirin û konseptên dijber têna avakirin.

Di vê dema derbasbûyî de di qada navdewletî de dijminên gelê me bi gelek şêwazan lîstokên nû plan dikin, maske û rûyên xweyî reş diguherîn û bi gelek rûyên nû li hemberî hêza gelê me ya azadîxwaz û rêveberiya wê konseptên nû ava dikin. Siyaseta înkar, îmha û tesfiyekirinê ya her sê dewletên dagirker Tirkiye, Îran û Suriyê li gel hevalbendên wan wek rûsipiyên kurdan çi li Başûr û çi jî li Bakûr bê navber berdewam dikin.

Piştî derbeya leşkerî ya ku li Tirkiyê ji hêla îdîa têkirin ku Fethûllah Gulen ve pêk hat ev pêvajoya mijara gotinê dikare mîna çar qonaxên cûda, were bi navkirin. A yekê: qonaxa êrişkirina li rojava, a dudiyan jî qonaxa desteser kirina şaredariyên DBP’ê û çapemeniya azad, ya sisêyan ji ku vêga bi rêya Barzanî û xulamokê wî taybet hin kesên Êzdî ji bo careke din dixwazin raya giştî û gelê kurd bixapîne, hin gavên taktîkî yên xapandinê di meşîne,!!

A çarê jî lidarxistina konferansekê êzdîya dibin bandora serok eşîrên êzdiyan li Çiyayê Şingalê hin gavên din avêtin da ku gelê kurd bixapînin teybetî di nava civaka Êzdî de nakokiyan kûr dikin. Kuştîna 2 pêşmerge ku li Şingalê hatin kuştîn divê ev wek dest pêka vê dekûdolabên were famkirin,!!

Xwendevanên hêja ez dixwazîm çend minakê AKP`e û KDP`e bi rêz bikim, ji bo ku were famkirin ku ti cudahîya AKP`e û KDP`e ji hêvûdin tuna ye!!

1- AKP`e kesên ku bêhna welatparezîye ji wan were wan digirin û dixin zindane. Heman tişt li başûr jî pêk tên,!

2- AKP`e dest datîne ser şaredariyên DBP’ê, heman tişt li başûr jî pêk tên, saziyên tevgera kurd li başûr digirin,!

3- AKP`e dest datîne ser çapemeniya azad, heman tişt li başûr jî pêk tên,

4 – AKP`e dest datîne ser rojnamevanê azad û wan dikujê, heman tişt li başûr ji pêk tên,!

5- AKP`e ji Hêzên Parastîna Gel (HPG) `re bêje derkeve derveyî sînorê Tirkî, KDP`e jî dibêje ji Şingalê derkeve!

6- AKP`e dibejê yek Al yek Partî yek Ziman, KDP`ê jî dibejê yek Serok, yek partî û yek eşîr,!!

7- AKP,e li gelek cihan rewşa awarte (OHAL) îlandike, KDP`e jî nahelê ku kurdên mexmûr ji mexmûr derkevin biçin Hewler û Dohok,û hwd.

Piştî lidarxistina konferansê Êzidiyan dê pêvajoyeke nû destpêbike

Wiha diyare piştî lidarxistina konferansekê Êzidîyan a li Şengalê pêvajoyeke nû destpêkir. Hikûmeta Berzanî, KDP`e bi ti şêwazan tahmûla kesê dervî xwe nake û xwe ranagire. Wiha diyare ku wê polîtîka xwe ya kotek û zextê li dijî daxwaziyên gelê Kurd yên demokiratîk hinekî din tund û dijwartir bike.

Ger hinek kes hêvî dikin ku KDP`e wê mafê gelê me û gelên herêmê biparêzin, komên civakî û Olî biparêzin ew jî xewne. Tenê bi aweyên parastina berjewendiyên xwe bi aweyên derveyî mirovahiyê siyaset û polîtîkayê didin meşandin.

Ji bona civaka me û ola me rismê li başur rê bi awayekî negativ ji niqaşê re nehêle. Li ser xaka xwe û warên xwe de, wek dîl di destê dijmin û paşverûtiyê de ne, an jî kesên ne wekî wan bin wê bi kotek û zextan wan ji heremê koçber bikin.

Ger hêzên Êzdiyan ku vêga heyî weke ewlekarîyê ne li ser xwe bin û di warê rêxistinî de xwe kom nekin, diyare hin kesên herêmê dixwazin pirsgirêka Kurdistanê di nav de, jî taybet yê civaka Êzdiyan bi sedsalên derbasbûyî reş û komkujiyan de bê derbes kirin.

Rewşa Êzdiyan bi giştî di nava demeke zor tengayî de ye. Li Başûr ve çendî salane desthilatdarî di destê PDK`e de ye jî, lê ji xeynî nêzîkbûnên weke partiyên desthilatdar mafê partiya xwe pêştir tu mafekî ji bona Êzidîya nehat danin. Muxtariya wan an jî xwe bixwe meşandina herêmê

azadiya ol û civakê nehatiye dayîn teybet li Şengalê.

Pêwîste civaka meyî Êzdî neyên listoka van kesan û nehelin ku hesabên wan yên mal û çarçiyê li hêv derkevin. Hesabên wan yên şaş vê carê ji birûxînin.

Li gel şert û mercên zehmet û bêderfetiyê jî ev cara yekemîne ku civaka Êzdî hêza xweyî parastine çêkiriye, partiyên pergalê li heremê perçiqand û di qada êzdîxanê de bû partiya yekemîn.

Bandora xwe li siyasetên dewletên herêmê û yên navdewletî jî kir. Divê êdî beriya her kesî civaka meyî Êzdî dost û dijminê xwe ji hev nas bike, bes baweriya xwe bi van kesên ku heya niha em xapandin bîne.!!!