Weke Dersîmiyekê min nikarî di ser guhê xwe re bavêjim; min Êzîdî nivîsîn

163

Pirtûka bi navê ‘’Zarokên Êzda’’ a ku Sevîm Unal nivîsî, ji drama jinên Êzîdî bi rê dikeve û komkujiya Şengalê ronî dike.

Unal têkildarî pirtûkê ku ji Weşanên Tevnê derketî, ji ANF’ê re axivî û got, ew weke miroveke ku pêşiyên wê ji komkujiya Dersîmê jiyane, nikarîbû li hemberî komkujiya Êzdiyan pûtepênedêr be. Unal diyar kir ku Ewropa ya ku ev 25 sal in li wir dijî bi bêdengî li komkujiyê neriye û banga bihistyariyê kir.

Pêşî dikarî bi xwendekaran bidî nasîn…

Ez Sevîm Unal. Şêwekar im û ji 1993’an ve li Brûkselê dijîm. Demeke dirêj min şanogerî kir. Li Belçîkayê bi hevalên xwe re me şanoya Tirkiyeyî ya bi navê ‘’Dengê me Şano ye’’ ava kir û gelek lîstik min nivîsîn. Bi derhênerên Belçîkî û Holandî re xebitîm. Di van lîstikên xwe de ez li ser mijarên koçberiyê, heqê jinan, gelên çewisandî xebitîm. 10 salan min şanogerî kir û li şêwekariyê vegeriyam.

HAYJÊBÛNA BI BERHEMÊN YAŞAR KEMAL

Fikra ku tu komkujiya Şengalê binivîsî çawa bi te re çêbû?

Di şêweyên xwe de bi giranî li ser mijarên jinan, heqê mirovan, qirkirinan disekinim û qirkirin bi giştî li ser jinan têne kirin. Dema ku min jinên li Dersîmê li qelemê da, min dît ku ev ne bes e û di nav vê çarçoveyê de min biryar da ku projeya jinan li ber xwe deynim. Bi vê projeyê min ê gelên qedîm û çand bidana nasîn. Dema ku ez difikirîm gelo ez behsa Suryanî yan Keldaniyan bikim, li Şengalê komkujiya Êzîdiyan pêk hat. Piştî vê bûyera min got, divê gelê Êzîdî yê ku 74 ferman bi ser wan de hatine ez bidim nasîn. Bi vî awayî vê projeyê dest pê kir. Pêşî min di dilê xwe re bir ku belgefîlmekî çêbikim, lê vê ez têr nekirim. Pêşî Êzîdî di pirtûkên Yaşar Kemal de, di Çûkê Baranê, Deriyê Kelehê, Dengê Xwînê yên bi debdebe de min keşf kirin. Ji bilî van pirtûkeke pêkhatî nebû. Piştî ku ez hay ji vê çêbûm, min got divê ez drama Êzîdiyan binivîsim.

 ‘EWROPA BI BÊDENGIYEKÊ LI KOMKUJIYÊ TEMAŞE KIR’

Komkujiya Şengalê ji Ewropa ve çawa xuyanî bû?

Pêşî dengê gavên vê komkujiyê hatin. Li Ewropayê di medayaya dîtbar û niviskî de li ser talokeya DAIŞ’ê ya ku li Rojhilata Navîn xurt dibû, tim dibû rojev. Lê ez jî di nav de, em cidî li ser vê talokeyê nefikirîn; ji ber ku min digot di sedsala 21’ê de ne pêkan e ku qirkirinek çêbibe, ev serdem, dinyaya wê destûra vê nade. Lê Tebaxa 2014’an, berê sibehê komkujiyeke wiha pêk hat. Ewropa û Rojava bi bêdengî li vê komkujiyê temaşe kir û ez behitîm. Welatên ku ji xwe re şareza, demokratîk digotin û hewl didan şekil bidin hemû dinyayê û xwe weke mînak nîşan didan, li vê komkujiyê temaşe kirin. Naxwe ew jî parçeyek ji vê komkujiyê bûn…

Ji bo pirtûkê te nexşerêyeke çawa da ber xwe? Te mexdûr dîtin?

Li Belçîka malbatên Êzîdî nebûn; ez hîn bûm ên ku koçî Ewropa kirine giş li Elmanyayê ne. Bi rêya nasekî xwe bi fermandarekî Êzîdî re ku şahidî ji komkujiyê re kiribû, ketim têkiliyê. Vî fermandarî bi şertê ku navê xwe nedim qebûl kir bi min re baxive.

RIZGARÎKERÊN DILDAR

Wê demê gelên jinên Êzîdî bûne êsîrên DAIŞ’ê, ji hêla çeteyan ve li bazaran hatin firotin. Di vê mijarê de te agahî bi dest xistin?

Jixwe komkujî di ser drama jinên Êzîdî re min gotiye. Ji bo vê jî min lêkolînên berfireh kirin. Ez hîn bûm ku jinên êsîr ji bo ku ji komkujiyê xilas bikin, kom hatin çêkirin. Ev komên ku ji dildaran pêk hatî,  bi bazarên DAIŞ’ê re ketine têkiliyê û bi pereyan ew xilas kirine. Li ser parêzerekî ku li Belçîka bi van koman re hatî, belgefîlmek hate çêkirin. Ev parêzerê Êzîdî ekîbek ava kiriye, çûye Şengalê bi DAIŞ’iyekî re li hev kiriye û jineke ku êsîr bûbû xilas kiriye. Lê her demê mirov wiha ne bi siûd e. Mînak DAIŞ’iyên ku pereyan distînin û li şûna jinê bidin, mirov dikujin jî hene.

DRAMA R… YA 9 SALÎ

Di pirtûkê de çîrokên ku we nivîsîne, honak in an jiyanê rastîn?

Di pirtûkê de hemû tiştên ku hatine nivîsîn ji çîrokên rastîn pêk tên, tenê min navê lehengan guherand. Li ser înternetê min xwe gihande gelek mexdûran. Gelek Êzîdiyên ku ji komkujiya Şengalê xwe xilas kirin, xwe li wargeha Wêranşarê girtine. Ez bi kesên ku li wir dixebitin ketim têkiliyê. Di pirtûkê de min çîrokên ku hatine jiyîn vegotin.

Ji çîrokan herî pir kîjanê bandor li we kir?

Bêguman hemû dramên jin û zarokan bandor li min kirin. Lê zarokeke 9 salî ya bi navê R. ji bo min êdî cihê bêdenmayinê bû. R.,ji hêla DAIŞ’ê ve tê revandin û bi dehan caran tê firotin û tecawiz lê tê kirin. Vê pir bandor li min kir û min wêneyê wê jî xêz kir. Ew keçika biçûk xilas bû, niha li Elmanya dijî, lê li pey êşên mezin man…

BANGA BIHISTYARIYÊ

Li vir tu rista Tirkiyê çawa dibînî?

Tirkiye xeta Osmanî şopand. Çi bû ev xet? Belavbûna bi şer û vê jî bi herikandina xwînê û tinehesibandina kêmaran pêk bîne. Nêzîkatiya wan a li Kurdan berçav e, li wir jî hewl didin parekî bi dest bixin. Komkujiya li Elewiyan, Êzîdiyan, tu jî dizanî, ne di xema vê pergalê de ye.

Tu ji Dersîmê yî, dema ku te pirtûk nivîsî drama Êzîdiyan te da ber komkujiya Dersîmê?

Belê, Elewîbûna min û ji ber ku pêşiyên min jî bi komkujiyê re hevrû bûne û komkujiya Êzîdiyan a bi vî rengî bêguman bandoreke girîng li min kir. Lê mijar ne tenê ew e ku ez xwe tê de bibînim; weke hunermendekê rast e ez nîgaran çêdikim, lê di vegotina vê hovitiyê de ev têra min nekir. Diviya min tiştekî din bikira..Û bihistyariya ku min nîşan dayî, wijdanê ez ji her kesî hêvî dikim.

Çima ‘’Zarokên Êzdan’’

Weke ku hûn pê dizanin zarok bêgunehbûnê, xwerûbûnê, zelaliyê dinimînin. Ew di nav wê hewldanê de ne ku bûneweriya xwe pêk bînin. Neçarî, tenêtiya wan, dişibe tenêtiya Êzîdiyan a li vê rûzemînê. Cografyayek, ev civaka ku nikare ku li xaka xwe hilmê bistîne, bi hovîtî gelek caran hewl hate dayin ku were tinekirin. Zarokên Êzdan, tê maneya ‘’Ê ku ez afirandim’’. Ango zarokên afirîner, wateya pirtûkê ev e.

Bernameya îmzeyan a Sevîm Unal, wê 10’ê Kanûnê saet 14.00-17.00’an li Stenbolê, Beyogluyê, li Pirtûkxaneya Medyayê be.