Bayik: Kî li dijî lidarxistina kongreya netewî derkeve wê winda bike

182

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik diyar kir ku di vê demê de ger Kurd yekîtiya xwe saz nekin wê fersendek dîrokî ji dest bidin. Bayîk bal kişande ser giringiya li dar xistina kongreya neteweyî û got, «Kî li dijî li dar xistina kongreya neteweyî derkeve wê winda bike.»
Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê di 8’ê Kanûnê de banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd li hemû rêxistin û partiyên Kurd kiribû. Ev banga KCK’ê dengvedaneke erênî kir û her roja paştir peyamên piştgiriyê tên. Li ser mijarê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku ji ajansa me re axivî, got; “Li Rojhilata Navîn bê Kurdan ne siyaset dibe, ne hevsengên nû çêdibin, ne jî statûyeke nû diyar dibe.” Sibe hevpeyvîna ajansa me li gel Bayîk ku pêşketinên dawî li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistan, her wiha giringiya li darxistina kongreya neteweyî, rewşa Başûrê Kurdistanê ku dinirxîne, wê bê weşandin.
Bayik der barê girîngiya lidarxistina kongreya netewî de nirxandinên girîng kir û piştgiriyên ji bo lidarxistina kongrê nirxand û diyar kir, eger Kurd di vê sedsalê de careke din winda bikin, wê di qirkirinê re derbas bibin.
‘Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime’
Bayik dibêje, xirabûna hevsengên kevin yên li Rojhilata Navîn di xizmeta gelê Kurd de ye û wiha dinirxîne: “Rojhilata Navîn şerek dijwar diqewime. Em ji vî şerî re dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê cîhanê ye. Hemû pirsgirêk li vir destpê dikin, divê li vir çareser bibin. Di dengeyên di encama şerê cîhanî yê duyemîn û yekemîn çêbûn de cih nedan Kurdan, Kurd parçekirin. Lê, Kurd li dijî vêya têkoşiyan û li berxwedan. Xirabûna ev hevsengên ji şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn li gorî berjewendiyên Kurdane.”
Bayik di dewama axaftina xwe de qala berxwedana Kurdan ya li dijî DAIŞ’ê jî dike û wiha domand: “Kurd li dijî DAIŞ’ê şer dike, derbeyên mezin lê dixe. Ji ber ku DAIŞ ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji cîhanê re belayeke. Cîhan û mirovahiyê dît ku Kurd li dijî vê belayê ji her kesî zêdetir liberxwe didin, derbeyan lê dixin û ji bo tevahiya mirovahî û nirxên wê têdikoşîn. Vê yekê jî li ser cîhanê di asta navneteweyî de bandoreke mezin çêkiriye.”
Bayik behsa piştgiriya ji rêxistin û saziyên Kurd, ji bo lidarxistina kongreya netewî re jî kir û got: “Daxwaziya gel jî heye. Daxwaziya partiyan, daxwaziya saziyan heye. Daxwaziya rewşenbîr, hunermend û nivîskaran heye. Her wiha di asta navenetewî de daxwaza hinek hêzan jî heye. Eger mirov vana hemûyan bîne ber çavan divê mirov bi lez kongereyeke netewî lidarbixe. PKK her dem bi berpisyarî nêzî erka xwe ya dîrokî û netewî bûye. Ji ber vê yekê jî me bangawaziya lidarxistina kongrê kir.”
Bayik dibêje piraniya aliyan bersivên erênî dane banga kongrê û wiha berdewam dike: “Heta niha gelek helwest û bersivên baş pêşketin. Bersivên tên başin. Di asta Kurdistanê de heta niha yên bersiv nedane pir kêmin. Piranî bersiveke baş dan. Ev yek jî cesaretê dide mirov ku vêya di pratîkê de jî pêş bixe. Baweriya min ewe ku her kes li daxuyaniyên xwe xwedî derkevin. Tenê di axaftin û daxuyaniyan de nemînin. Hewl bidin di pratîkê de jî ev pengav pêşbixin. Li gel pêngavên bên avatin cih bigirin û di aliyê pratîkîde jî kar bikin.”
Bayik dibejê, kî li dijî lidarxistina kongreya netewî derbikeve, dê winda bike û wiha di axive: “Nikarin li dijî wê rawestin ji ber kî li di dijî raweste dê winda bike. Yanî diyar dikin ku li gel wê daxuyaniyê ne , erênî nêzik dibin. Ji ber di nava gel de teng nebin, zextên gel li ser wan çênebin. Her wiha ji bo di nava gel û dîrokê de rûreş nebin vê daxuyaniyê qebûl dikin, erênî nêz dibin.”
Bayik her wiha rexne li hindek aliyên ku tenê digotin de dibêjin em alîgirê kongrêne girt û wiha got: “Ji bo zextên gel li ser wan çênebin hindek alî bi daxuyaniyan dibêjin em alîgirê lidarxistina kongreya netewîne. Lê dema mirov li pratîka wan dinêre dibîne ku pratîk ne wek daxuyaniyên wane. Ev herî zêde li Başûr xwe dide pêş.»
‘Ji ber wê divê Kurd vê firsendê winda nekin’
Bayik diyar kir şert û mercên ji bo lidarxistina kongreya netewî guncavin û wiha berdewam kir: “Şert û mercên heyî guncawin. Ji ber wê divê Kurd vê firsendê winda nekin. Eger Kurd ji vê firsendê sûd wernegirin, yekîtiya xwe ya netewî çênekin, kongreya xwe lidarnexin, dê winda bikin.”
Bayik dibêje, ew weke PKK’ê vê bangawaziyê kirine ji lewma berpirsyariya wê jî digirin ser milê xwe û wiha dewam dike: “ Ji ber ku PKK’ê bangawazî kir, li wê xwedî derdikeve. Berpirsyartiyê dide ser milê xwe. Ji bo wê jî kar dike. PKK dixwaze astengiyên heyî rake. PKK, ti caran nabêje nabe, astengî heye. Ev di felsefeya me ya rêxistinê de nîne.”
Bayik di dawiya hevpeyvînê dîsa banga xwe ya ji bo lidarxistina kongreya netewî nû dike û wiha dibêje: “Daxwaziya me ji bo hemû aliyên ku kongreye qebûl dikin, vê di axaftinê de nehêlin, xwe nexapînin, gel nexapînin, daxwaziyên gel û dîrokê pêk bînin. Daxwaziya endamên xwe pêk bînin. Baweriya min ewe ku partiyên ku li kongreya netewî xwedî dernakevin, endamên wan, kongreya netewî dixwazin. Ji bo wê pewîste her kesek li daxuyanya xwe xwedî derkeve.”