Karayilan: Sala 2016’an bû sala têkçûna mêtîngeriya Tirk

139

Karayilan diyar kir ku îsal ji bo gelê Kurd bû saleke serkeftî ya têkoşîn û berxwedanê û got: “Di nava vê salê de êrîşên qirkirinê yên bi pêşengiya Erdogan û mêtîngeriya Tirk têk çûn.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên Mem Şîrvan ên li ser sala 2016’an. Karayilan di destpêka axaftina xwe de sala nû li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd, hemû gelên azadîxwaz pîroz kir. Karayilan her wiha Cejna Noelê li cîhana Xirîstiyan pîroz kir.
‘Sala 2016’an de şer derket asta herî jor’
Karayilan diyar kir ku di nava sala 2016’an de gelek bûyerên girîng qewimîn, destanên mezin ên berxwedanê hatin afirandin û bû saleke ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li dijî siyaseta qirkirinê ya mêtîngeran, derket asta herî bilind. Karayilan got, «Di nava dîroka me ya têkoşînê de gelek salên girîng hene, lê belê sala 2016’an weke saleke ku şer û berxwedan derkete asta herî bilind, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Ev berxwedan bêguman bi pêşengiya şehîdên me yên leheng pêk hatin.»
Karayilan anî ziman, di sala 2016’an de gelek destketiyên gelê Kurdistanê afirîn û destnîşan kir, ti ji êrîşên dijminê mêtînger bêbersiv nema.
Mûrat Karayilan işaret bi konsepta ‘Têkbirinê’ ya dewleta Tirk kir û anî ziman, ev konsept ji bo teslîmgirtina Kurdan hat destpêkirin û li dijî her kesî hate meşandin.
Karayilan da zanîn, diviyabû ew û gelê Kurd li ber vê konseptê rabûne û ragihand, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya xwe dispêre salên dûr û dirêj, li dijî her şêwe konseptên mêtîngeran li ber xwe da û têkoşiya.
‘Ciwanên Kurd bûn parêzvanên gelê xwe’
Karayilan bal kişand ser sekna ciwanan a li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta dagirker û ev nirxandin kir: «Ciwanên Kurd yekemcar weke vînekê derketin pêş. Ciwanên Kurd bi navê YDG-H weke hêza xweparastinê ya civakê derkete pêş. Li ku derê derketin pêş? Li qadên sivîlan, li kolanan yanî li cihên gerîla nekarî xwe bigihînê. Di destpêkê de bi molotofan û çend çifteyên nêçirê dest bi parastina taxên xwe kirin. Piştre hê bi rengekî aktîf li dijî êrîşan li ber xwe dan û veguherîn hêzekê. Li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk sekneke lehengî û fedayî nîşan dan. Ev rih û sekna şoreşgerî ne tenê di nava hêzên me yên gerîla de, di nava hemû mirovên li ber faşîzmê radibin, derket holê. Mînaka herî şênber a vê yekê Mehmet Tûnc e.»
‘Di sala 2016’an de 23 çalakiyên fedayî hatin lidarxistin’
Karayilan da xuyakirin, ku di nava sala 2016’an de 23 çalakiyên canbexşane hatine lidarxistin û çalakiyên li Cizîr, Elezî, Kayseriyê bibîr xist. Karayilan destnîşan kir, ku ciwanên Kurd bi rihekî canbexşane ev çalakî pêk anîne û wiha dewam kir: «Ev çalakî ne tenê ji aliyê milîtanan ve hatin kirin, di heman demê de welatiyên me yên sivîl jî bûn xwedî sekneke bi heman rengî. Li Cizîrê, mirovên me tevî ku birîndar bûn û nekarîbûn bimeşin jî ti jê derneket û teslîmî dijmin nebû. Dijmin di destpêkê de şûşeyên plastîk davêje cihê welatî lê ne. Mirovên me yên li wir jî dibêjin, ‘dibe ku hatibin rehmê’ û ji wan heye ku av daye wan. Lê belê piştre agir berdidin cihê ku şûşe avêtine û li wan jêrzemînan hovîtiyê dikin.
‘Bi dehan mirovên me hatin şewitandin lê, teslîm nebûn’
Di vir de dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê. Li Babê DAIŞ’ê 2 leşkerên Tirk ên êsîr girtibû şewitand. Ev hovîtiyek e. Her mirovê xwedî wijdan nikare xwe li vê rabigire. Lê divê neyê jibîrkirin; dewleta Tirk li Cizîrê heman hovîtî kir. Ev hovîtî li mirovên me yên birîndar, li mirovên nekarî bimeşin kir. Û ne tenê li du welatiyên me, li dehan welatiyên me ev hovîtî kirin. Û ti ji van welatiyên me derneketin, xwe navêtin bextê wan û teslîmî wan nebûn. Vaye rihê fedayî ev e.»
‘Rihê berxwedêrên Sûrê rihê 14’ê Tîrmehê ye’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku li Sûrê bi pêşengiya fermandar Çiyar û Nûda Malatya, 70 kes li hev rûniştin û biryara «Em ê heta şehadetê li vir li ber xwe bidin» dan. Karayilan got, «Ji ber vê yekê fermandarê Sûrê got, ‘Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be’. Ev rihek e û ev rih êdî di nava ciwanên Kurd de ava bûye. Ev rihekî ji rêzê nîne.» Karayilan destnîşan kir ku ev rih nîşaneya serketinê ye û got, «Ev rih rihê berxwedana zîndanê ya 14’ê Tîrmehê ye. Yanî serî tê dayîn, lê rûmet ti carî nayê dayîn, ti carî dest nayê rakirin û teslîmbûn nabe.»
‘HPG’ê bi rengekî profesyonel şer kir’
Karayilan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku HPG jî li gorî salên bihurî bi rengekî hê profesyonel şer kir û wiha dewam kir: «Di şerê sala 2016’an de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê teknîk jî bi kar anîne. Hin çekên weke Zagros, ku bi xwe çêkiriye, hene. Her wiha hin çekên mîna fuze ku dikare ji bazara çekan bê peydakirin, bi dest xist. Li dijî balafir, tank û kobrayan hin teknîk afirand û xist meriyetê. Lewma di sala 2016’an de şerekî gelekî berfireh hate meşandin. Derbên giran li dijmin hate xistin. Lê belê rayedarên AKP’ê xwe dinepixînin û dibêjin, ‘ez serketî me, min gelek ji wan kuşt, li Çelê, li Colemêrgê 400 kes kuşt, nizanim li ku derê çiqas kuşt’. Bi gotinan şerekî giran ê psîkolojîk dimeşîne. Dixwazin bêjim ’em serketî ne, me encam bi dest xist’. Di dewama dawî de kesekî ku Wezîrê Karên Hundir e, yekî bi navê Soylû, ku nizanim soylû ye yan ne soylû ye (esîl e ne esîl e ne diyar e) derketiye dibêje, ‘Em ê heta Nîsanê biqedînin’. Niha dibêje ‘heta Adarê’. Mehekê vir de aniye. Dibêje ‘Heta Adarê wê welê lê bê ku kes ê navê PKK’ê jî nîne ser ziman’. Dixwaze atmosfereke bi vî rengî ya xapandinê bafirîne. Yanî hewl dide tiştekî tine ye weke heye nîşan bide.
Di vî şerî de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê mîna ew qalê dikin, derb nexwariye. Berevajî, gerîla serketî ye. Dema mirov encamên şer roj bi roj dinirxînin, ev rastî derdikeve holê. Di rojên pêş de dibe ku bîlanço bi hejmarên zelaltir eşkere bibin. Bi kurtasî dikarim vê bêjim; ji 1’ê Çileya 2016’an heta niha artêşa Tirk 323 caran derketiye operasyona bejahî, 406 caran êrîşên hewayî, 88 caran êrîşên bi Kobra û 493 caran jî êrîşên bi topan kiriye. Li dijî vê jî gerîla 1150 çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de ji artêşa Tirk 3404 kuştî hene. Bêguman ên nehatine tespîtkirin jî hene. Lê kêm zêde kuştiyên artêşê ev e. Ew hejmara kuştiyên xwe derdora 600 nîşan dide. Ev ne rast e. Gelek tiştan ji civakê vedişêrin, rastiyan ji civakê vedişêrin.
Balafira F-16 ji aliyê gerîla ve bi fuzeyê hatiye xistin
Di nava vê demê de 166 maşînên zirxî ji aliyê gerîla ve hatin îmhakirin, 3 helîkpterên bi tîpa Kobra û balafireke şer a F-16 ji aliyê gerîla ve hatin xistin. Ev balafir di 12’ê Kanûnê de hate xistin. Pîlota/ê balafirê bi xwe got, ’em hatin xistin’. Lê belê ser vê girtin, gotin ’em lêkolîn dikin’. Çapemeniya Kurd jî zêde bi ser vê de neçû. Çapemeniya Kurd hinekî di bin bandora çapemeniya dijmin de dimîne. Halbûkî hinekî li ser bisekine wê derkeve holê ku her tiştê dijmin derew e. Mînak; eger çapemeniya dijmin bixista rojeva xwe, wê çapemeniya Kurd jî cih bidayê. Lê belê dijmin got ’em lêkolîn dike’ û ser wê girt. Çapemeniya me jî zêde nexist rojevê. Halbûkî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cara yekê ye balafireke şer a F-16 ji aliyê gerîla ve tê xistin. Ev bûyereke nû ye. Berê jî balafirên ketin hebûn. Lê belê ew balafir bi xwe ketibûn. Berê li Gabarê ket, li Xakurkê ket. Bi qasî zanim 2 heb ketin. Yanî gerîla derb lê xistin ya jî bi xwe ket. Bi vî rengî ketin. Lê vê carê gerîla bi fuzeyê xist. Yên bawer nakin bila biçin ji gundiyên li wê derê bipirsin, ku bi xwe dîtine.
Di nava sala 2016’an de Şengal jî di nav de hêjmara şehîdên me 585 e. Her wiha şehîdên YPS’ê jî hene. Bîlançoya zelal niha li ber destê min nîne, lê belê li gorî agahiyên gihîştin ber destê me bi qasî 300 şehîdên wan di sala 2016’an de hene.
‘12 leşker di destê me de ne’
Wekî din di nava vê demê de 14 gerîlayên me dîl hatine girtin. 12 leşkerên dijmin jî di destê me de êsîr in. Lê belê rayedarên AKP’yî qet qala van nakin. Leşkerên xwe dîl tê girtin qalê nakin, tên şewitandin qalê nakin. Civîna çapemeniyê lidar dixe; rojnamevan pirsa ‘du leşkerên me hatine şewitandin, hûn di vê der barê de dikarin çi bêjin?’ dipirse. Rayedar radibin qet qala mijarê nakin. Ne dibêje ‘erê’ ne jî dibêje ‘na. Ev dewlet, dewleteke bi vî rengî ye.»
‘Şoreşa rojava veguheriye şoreşa Sûriyeyê’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî û got, «Kurd tenê bi kantonan bi sînor neman. Şoreşa Rojava niha veguheriye Şoreşa Sûriyeyê. Heta niha ji gelê Ereb gelek mirov tevlî bûne. Yanî Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk mezin bûne. Zêdeyî nîvê xwe ji gelê Ereb pêk tê. Di nava vê salê de Şeddadê, Minbic hatin rizgarkirin. Her wiha niha berê wan li Reqayê ye. Ew di nava yekîtiya Sûriyeyê de sîstemeke demokratîk ava dikin. Dewleta Tirk radibe dibêje ‘Em yekparebûna Sûriyeyê diparêzin. Em naxwazin li Rojava dewleteke Kurd ava bibe’. Derewan dikin. Gelê Rojava ne li pey dewleteke cuda ye; dixwaz temamiya Sûriyeyê demokratîk bibe. Ji xwe AKP ji ber vê yekê mudaxle dike. Dibîne ku Şoreşa Rojava ya bi paradîgma Apoyî ava bûye, îro li Sûriyeyê encamê bi dest dixe. Dibînin ku Sûriyeyeke pirrengî û demokratîk ava dibe. Ji vê ditirsin. Hewl didin pêşî li vê bigirin. Lewma niha dibêjin ’em ê bi rejîmê re jî bibin yek’. Dikarin bibin yek; dikarin bi her kesî re jî bibin yek. Binêrin; tenê ji ber dijberiya xwe ya li Kurdan, navê hêza ku bi balafiran li wan xistin jî nabêjin. Pêwîstî pê nîne ku niha li vê derê navê wê hêzê bêjim. Ew jî baş dizanin, lê nekarî bêjin, newêrî bêjin. Tevî ku gelek leşkerên wan mirin, tenê gotin 4 leşker mirin e.»
‘Cih li dewleta Tirk teng bûye’
Mûrat Karayilan bibîr xist, ku rayedarên dewleta Tirk ên digotin ew ê serê gelê Kurd bidin tewandin, di vê demê de dibêjin ’em ê serî netewînin’. Karayilan got, «Niha dibêjin ‘Ev şer Şerê Rizgariyê yê Tirkiyeyê ye, ev şer Şerê Serxwebûnê ye; ev şer şerê man û nemanê ye’. Ev yek nîşan dide bê çiqasî cih li wan teng bûye. Erdogan dibêje ‘bi qasî ku teslîm bibin em têk neçûne-namerd nebûne’. Yanî dibêje ’em têk çûne, lê bi qasî serî bitewînin têk neçûne’. Dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gelê Kurd gelekî tengav bûye.”
‘Eger êrîşî Rêberê me bikin wê Tirkiye ser û bin bibe’
Karayilan işaret bi gefên li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwarin kir û got, «Weke tevger em naxwazin vê yekê timî di rojevê de bihêlin. Ev yek ne karekî hêsan e. Êrîşa li dijî Rêberê me ne tiştekî hêsan e. Di rewşeke bi vî rengî de wê Tirkiye ser û bin bibe.»
‘Mêtîngeriya tirk têk çû’
Karayilan anî ziman, di rewşa heyî de li hemû qadan êrîş tê kirin, li Îmraliyê, li çiyayên Kurdistanê, zîndanan, li dijî siyaseta Kurd û got, «Êrîş li dijî Kurdîtiyê û hemû destketiyên Kurdan heye. Lê li her derê jî berxwedanek li dijî vê heye. Kesî serî li ber van êrîşan netewandiye, bi rûmetdarî li ber xwe daye. Ev yek jî nîşaneya serketina gelê Kurd e, ku nêz dibe. Ev gelekî girîng e. Divê em giraniyê bidin ser vê yekê. Lewma îsal ji bo gelê Kurd bû saleke serketî ya berxwedan û têkoşînê. Di heman demê de ji bo mêtîngeriya Tirk jî bû saleke têkçûnê û xitimandinê.»