Li Yewnanistanê helîkopterek leşkerî kete xwarê

89

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hat diyarkirin ku helîkopterekî leşkerî ya tîpa UH-1H a Hêzên Hewayiya Yewnanistanê dema ji bajarê Larîsa diçû bajarê Kozaniyê ketiye xwarê. Helîkoptera ku 5 rêwî têdebûn, saetên serê sibehê 07:50’ê hat diyarkirin ku peywendiya li gel qutbûye û piştre jî hat gotin ku ketiye xwarê.

 

Her wiha hat ragihandin ku ji 5 rêwiyên di helîkopterê de 4’an jiyana xwe ji dest daye û rêwiyek jin jî bi giranî birîndar bûye, ew rakirine nexweşxaneyê.