Zekî Şengalî: Tirkiye plana dike, PDK pêk tîne

1131

 

 

 

ARGEŞ ŞENGAL-DILŞAD HEYDER/ ŞENGAL

 

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî  êrîşên li ser Şengalê ji bernameya Çira TV re nirxand û got ku wê dewleta Tirk û PDK ne gihije armanca xwe.

 

Zekî Şengalî got: “Ev êrîşên li ser Şengalê hevbeşiya dewleta Tirk û PDK`ê ye. Bi van êrîşan wê ne gihin armanca xwe. Ev demek dirêje dewleta Tirk û PDK siyaseta xwe li ser Tekoşîna Azadiyê û xwe rêxistin kirina Şengalê di meşînin. Her kes dizane ev êrîş lewaz bûna dewleta Tirk û PDK`ê û ketina nav xitbeyek mezin deye. Erdogan li ser fikir û ramanê Împaratoriya Osmaniyan di meşe û berdewamiyê dide fikir û zihniyete wan. Her roj wêran kirin, bajar xirakirin, êrîşên hewayî li ser xaka Kurdistanê dide meşandin û pêk tîne.”

 

‘Tirkiye plan dike, PDK pêk tîne’

 

Şengalî destnîşan kir ku pêwîste em li hemberî van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û got: “Li hember vê jî pêwîste yekîtiyek me hebe. Dewleta Tirk planan  dike,  pirojeyan çêdike û PDK wan planan pêktîne. Di demê buhrî de jî di xwestin Êzidî xwe bi xwe hev bikujin. Gelek plan û civîn hatin çêkirin, lê planê wan bi ser ne ketin. Di dawî de jî çeteyên xwe yên bi navê pêşmergeyên Roj, dewleta Tirk ew perwerde kiribûn ji Başîkê anîn Xanesorê.”

 

Zekî Şengalî bal kişand li ser êrîşên balefirên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê,  bêdengiya PDK’ê û wiha dewam kir: “Rojane gundên li Başûrê Kurdistanê têne bombebaran kirin, heya niha PDK li hember van êrîşan bê denge. Bê dengiya PDK`ê ji ber hevkariya bi Tirkiyê re ye. Erdogan di xwaze xwe li ser serê Kurdan bike axa û Kurdan ji xwe re bike xulamê lîstikên qirêj. Vê siyaseta xwe ya qirêj li ser Şengalê di meşînin. Baweriyek a gelê Êzidî hatiye ava kirin ku xwe bi xwe bi rêve bibin û bingehek hatiye ava kirin. Hêdî hêdî ber bi mezin bûnê ve diçe. PDK jî şerê taybet li ser gelê me dimeşîne.”

 

‘Gelê Êzidî xwedî rêxistinbûne’

 

Şengalî li ser lîstokên PDK’ê li Şengalê jî wiha got: “PDK pir lîstok li ser gelê Êzidî dimeşîne. Dixwaze du parçebûnek mezin di nava Êzdiyan de ava bike û wan bi hev bide kuştin. Lê gelê Êzidî jî  rêxistinbûyina xwe heye, ketiye wê ferqê de û vê yekê li ser xwe qebûl neke. Her tişta xwe kiriye madiyet û di xwaze gel wek demên berê bi xwe ve girêbide û bi rêve bibe. Ev yek dibe bê îrade bûn, îrade û keramata gel bi vê yekê  dixwaze ji xwere bibe.”

 

Zekî Şengalî di dawiya axaftina xwede bang li gel kir ku bila nekevin bin lîstokan û got:  “Ev demek pir dirêje PDK hewl dide gelê Êzidî bi hev bide kuştin, bila gel nekeve van xefikan de.”

 

(rn)