Filmê ‘Lêrd’ li Îranê qedexe bû, ji Cannesê xelat girt

118

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di festîvala Kan ya îsal de filmê Lêrd ku bi derhêneriya Mihemed Resûlov hatibû çêkirin, hêjayî xelata Cannes’ê hate dîtin. Ev xelat weke xelata fikrî ya duyem a herî girîng hate qebûl kirin.

 

Gendeliya aborî ya di nava rêveberên payebilind û xwedî anjî karsazên hikûmetê de mijara sereke ya filmê Lêrd e. Ji ber wê juriya festîvala Fecir ya Tehranê rê neda ku were weşandin.

 

Hêjayî gotinêye ku rojnameyên ser bi reformîstan, hertim li hember muhafazekaran piştgiriya  derhêner û hunermendên  Îranê dikir. Vê carê ji ber bi rêya vî filmî  berjewendiyên rêveberên hikûmeta reformîstan ketiye metirsiyê, di rojên borî de rexneyên giran li filmê Lêrd û derhênerê wê Resûlov girt.

 

Rojnameya Şerq ku rojnameyek ser bi reformîstane û li Îran û derveyî Îranê weşanê dike,,  di dosyayekî de diyarkiribû ku madem Resûlov ewçende ji jiyana Îranê ne raziye, çima ji Îranê dernakeve û naçe welatekî derveyî Îranê na rûne û filman çênake.

 

Ev şîroveyên di rojnameyê de derketin bû sedema nerazîbûnên tund yên rewşenbîrên Îranî û hate gotin ku rojnameya Şerq jî di rêya rojnameyên muhafazekaran û rojnameyên  hêzên ewlekarî û Îtlaata Îranê de diçe û vêya jî weke metirsiyeke mezin ji bo ya ji bo Îranê nirxandin.

 

Hêjayî gotinêye ku piştî hatina ser desthilatiyê ya rejîma Îslamî ya Îranê ev yekem care ku filmek bi vî awayî qala mafê jiyanê dike û rexnegir dibe.