4. Konferansa NÇHM’ê ya Wargeha Mexmûrê bi dawî bû

135

MEXMÛR / ROJNEWS

 

4’emîn Konferansa Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê (NÇHM) li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna 91 delege û mêvanan ku dûh li Lokala Mamostayan bi dirûşmeya ‘Em bi ruhê Sefqan û Mizgînan têbikoşîn, çanda xwe pêşbixîn û xweseriya demokratîk ava bikîn’ hatibû destpê kirin îro bi dawî bû.

 

 

Konferansa ku dûh bi xwendina raporan, nirxandina rewşa siyasi berdewam kir, îro jî bi nirxandina kar û xebatên Çand û Hûnerê, di heman demê de bi pêşnume biryar, rêziknameyê, gûherîna logoya NÇHM’ê  û bi axaftina girtinê a ji aliyê Hevseroka Rêvebirina Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Fîlîz Budak ve bi dawî bû.

 

 

Hevseroka Rêvebirina Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Fîlîz Buda diyarkirin ku konferans serkeftina xebata Çand û Hûnerê ye wiha got: “Di vê Konferansê de cara yekem  Rêveberiya nû hat avakirin, li Şuna saziyê vegeriya MeclÎsê ev jî diyar dike ku wê xebatên Meclîsa Çand û Hûner ya Wargeha Mexmûrê dewlemendtir, berfirehtir û serkeftî bê meşandin."

 

 

Budak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çand xwe ji  nû ve avakirine, niha herî zêde hêzên dîktator êrîşê çanda gel dike, ji bo gelekî biperçikîne di destpêkê de dixwaze çanda wê ji holê rake, dewleta faşîst a Tirk jî niha êrîşê çanda me dike, ya girîng em xwedî çanda xwe derkevin û van êrîşan vala derxînin.”

 

Hevseroka Rêvebirina Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Fîlîz Budak axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; “Divê ev Meclîsa Çand û Hûner ya Wargeha Mexmûr bibe mînaka hemû saziyên çar parçê Kurdistanê. Çand û Hûnera gelê Botan û Zagrosê ya gelemperî bide jiyankirin û dewlemendtir bike. Em dîsa wek Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê serkeftinê ji Meclîsa xwe a Çand û Hûnerê ya Wargeha Mexmûrê re dixwazin.”  

 

Piştî axaftina Fîlîz Budak Konferans bi dirûşmeyên ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.