‘Divê berjenwendiyên netewî xala hevbeş ya partiyên Kurd be’

90

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

 

Hinek Rewşenbîr û çalakvanên bajarê Kerkûkê li ser pêk anîna yektîtiya netewî û li hev nêzîkbûna partiyên kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Çalakvana Civaka Sivîl Semîre Ehmed anî ziman ku pêk anîna kongreya netewî ya Kurd pêwîstiyek dîrokî ye û got: "Pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) nêrîna partiyên siyasî nêzîkî hev bike."

 

 

Semîre Ehmed ev jî got: "Divê hizbên Kurdistanî di Uxira berjewendiyên giştî û berjewendiyên nîştîmanî de, dest ji berjewendiyên xwe berdin û hewl bidin ku kongreya netewî pêk bînin."

 

Li ser haman mijarê Çalakvanê Civaka Sivîl Adil Omer jî wiha got: "Divê partiyên Kurdistanî niha û pêşerojê de ji bo parastina nasnameya Kurdbûnê bixebitin û berjwendiyên netewî xala hevbeş ya di navbera wan de be."

 

 

Nivîskar Burhan Çiwardaxî jî ji ber hebûna yekrêziya gelê Kurd xemgîniya xwe anî ziman û got: "Her kes daxwaza yekrêziyê dike. Lê belê berpirsên siysî yên Kurd mil nadin daxwazên gel."

 

 

Burhan Çiwardaxî têkildarî civîna guftûgokirina yektîtiya netewî ya dê bi hewldanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmaniyê pêk were jî wiha got: "Di be ku hinek partiyên Başûrê Kurdistanê giringiyênedinê. Ji ber wan partiyan yasa binpê kirine."