‘Divê em di mijarên qederê de yekîtiya netewî pêk bînin’

86

 

 

 

BERHEM LETÎF/ ROJNEWS

 

Hewldan û piştgiriya ji bo yekîtiya netewî her diçe zêde dibe. girêdayî kongreya netewî û yekîtiya netewî  Rêvebera YNK’ê ya Şaxê 3. Ya Hewlêrê  û Parlamentera Dewreya yekem ya parlamentoya Iraqê Rabîhe Hemed  nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.

 

Rabîhe Hemed diyar kir ku eger ew ji bo yekîtiya netewî kar bikin, li gel çar parçe bûyînê jî divê ew xalên xwe yên hevbeş kombikin û wiha got: “Berî niha ji bo kongreya netewî kar hatibû kirin. Me dikarî di wê kongreyê de al, izman, ferheng, metodên dîrokê bikin yek. Bi salan re jî dema ku kongre pêkhat, em dikarin  wan pirsgirêkên xwe yên sereke ku derketine, wan jî tê de çareser bikin.”

 

Her wiha Rabîhe Hemed got: “Divê di mijarên qederê de em yekîtiya netewî pêbînin. Qet nebe em dijminatiya hevdû nekin. Em dibînin li Rojavayê Kurdistanê YPG xebat dike. Lê ENKS li Başûrê Kurdistanê rûniştiye. Ji bo şikandina xebata Rojavayê Kurdistanê hinek destwerdan û kiryarên negativ dike.”

 

Hemed axaftina xwe wiha domand: “Ji bo bandora nerênî kêm bibe, pêwîstiya me bi kombûnek berfireh ya her çar parçeyên Kurdistanê heye. Pêwîstiya me bi kongreya netewî heye. Her çiqas di sala 2013’an de gavên baş ji bo kongreya netewî hat avêtin, lê ji ber bandora welatên derdor ya li ser hinek partiyan, ew kongre nehat kirin.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Rabîhe Hemed  ev gotin kir: “Li Başûrê Kurdistanê parlamento hatiye rawestandin, partiyên siyasî weke dû alî ji hev cûdatir kar dikin. Niha pêngavek ya referandûmê jî li Başûrê Kurdistanê heye. Eger partiyên Başûr li ser mijara referandûmê ne yek deng bin, wê çawa serkeftin were bi dest xistin.”