Ev meheke ji Hesen Bazyar ti agahî nayê girtin

79

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw Hesen Bazyar ev nêzî mehekêye ji aliyê hêzên wezareta îtlaata îranê ve hatiye girtin û ti agahî ji wî nayên girtin.

 

Hat ragihandin ku malbata Hesen Bazyar ji bo agahiyan ji kurê xwe bigire ketine nava hewldanan lê belê nekarîne ti agahiyekê di derbarê rewşa wî de bi dest bixin.

 

Hat zanîn ku Hesen Bazyar 29 saliye û bavê sê zarokane û xelkê bajarê Merîwanê ye.

 

Hêjayî gotinê ye piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Parlamenttoya Îranê û goristana Xumeynî ya li Tahranê 150 welatiyên Kurd hatibûn girtin û bêyî ku tu belge di destê wan de hebin bi endamtiya komên Selefiyên hişk hatibûn sûcdar kirin.