KNK’ê ji bo yekîtiya netewî serdana PSDK’ê kir

108

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku xebatên yekîtiya netewî dimeşîne hevdîtinên xwe yên bi partiyên Herêma Kurdistanê û rewşenbîran re berdawam dike.  Şandeya KNK’ê ku ji alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî û endamê Konseya Rêveberiya KNK’ê Zekerya Hewramî  û Sozan Heme  tê, îro, li gundê Gulexane ya Helebce  serdana Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê (PSDK) kir.

 

Piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê îro, PSDK'ê pêşmergeyê dêrîn yê PSDK'ê Hisên Xelîfe axivî û wiha anî ziman; "Di hevdîtina ligel şandeya KNK'ê de mijarên girîng ên girêdayî Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê hate nîqaş kir. Bi taybet li ser mijara amadekariyên şêwira netewî ku wê di rojên pêş de pêk were hate rawestandin."

 

Hisên Xelîfe di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Weke PSDK emê beşdarî civîna şêwira netewî bibîn. Em lidarxistina civînê gelek baş dibînin. Hemû hewldanên ji bo yekîtiya netewî em girîng dibînin. Ji ber ku KNK xwe weke nûnerê herçar parçeyên Kurdistanê dibîne, kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û yekîtiya hemû aliyan dike. Ev yek ji bo piştgirîkirina referandûma Başûrê Kurdistanê jî girînge."

 

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî axivî û wiha destnîşan kir; "Di çarçoveya hevdîtinên me yên ligel kesayetî û partiyên herçar parçeyên Kurdistanê de, îro jî me serdana PSDK'ê kir. Ji bo em dîtinên wan li ser civîna şêwira netewî bigrîn û vexwînin civînê.  Heya niha xebata me baş meşiya ye. Hemû partî û kesayetên heya niha em ligel rûniştine ti astengî dernexistine ji bo şêwira netewî. Hemûyan bê ciwazî gotine ku em amadene beşdar bibîn. Hinekan jî soza alîkariya madî û nanewî dane."