Konreya 1. Ya ciwanên Êzidî li çiyayê Şengalê bi dawî bû

416

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh Kongreya 1. Ya  Meclîsa Ciwanên Êzîdî bi dirûşma  “Bi yekîtiya ciwanên Êzidî  misoger bike xweserî” li çiyayê Şengalê destpê kiribû. Di kongreyê de bi sedan delegeyên ku ji Ewrûpa, Rojava, Mexmûr, Ciwanên Federasyona Bakurê Suriyê û yên kampa  Newroz amade bûn.piştî nîqaş û biryaran kongre  bi dawî bû.

 

Girêdayî girîngiya kongreyê Rêvebera Ciwanên  Êzidî ya Şengalê Êzda Viyan wiha axivî: “Me kongreya xwe lidarxist û bi serkeftî derbas bû.  Bi biryar û nîqaşan gihişt encamekê. Ev yek ji bo me cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. ji berê de tiştên wiha di nav  ciwanên me de nebû,  ji ber ku em ne rêxistinkirî bûn. Lê piştî fermanê ciwanan saziya xwe vekir û wek nûnerên ciwanên Êzidî li Şengalê hatin hilbijartin. Bi vê re pêşketinên gelek mezin çêbûne, vaye me kongreya xwe lidarxist. Ev ji bo me tiştek pir mezin îfade dike.”

 

 

Di dawî de Ezda bang li hemû ciwanên Êzîdxanê kir ku di meclisa ciwanan de cihên xwe  bigrin, bibin dengê ciwanan û got: “Ez teqez dikim ku wê ev kongre bibe wesîleya serkeftina ciwanên me.”