‘Li Pîrmamê dema aktîf kirina parlamentoyê nehat nîqaş kirin’

81

 

DANA OMER/ ROJNEWS

 

Îro saet 11:00’an de kombûna Komîteya referandûmê bi serpereştiya Serokê PDK’ê li gel hinek aliyên Herêma Kurdistanê li Pîrmamê destpê kir. kombûn ji du saetan zêdetir domand.

 

Têkildarî mijarê Nûnerê Tevgera Îslamiya Kurdistanê yê kombûnê Ebdulah Wertî ji ajansa me re axivî û got: “Di kombûnê de qala aktîf kirina parlamentoyê hat kirin ku dibe karê destpêkê ya lijneya referandûmê. Ew jî ji bo piştgiriya yasayî ya ji bo referandûmê ye. Lê demê aktîf kirina parlamentoyê nehat nîqaş kirin.”

 

 Her wiha Abdullah Wertî got: “Di kombûnê hat xwestin ku ji bo Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê tevlî kombûnê bibe, wê hemû hewldan werin dayîn.”

 

 

Li aliyek din jî li gorî daxuyaniya Lijneya Bilind ya referandûmê aliyan di kombûnê de li ser sê xalan li hev kirine.

 

Yekem: Pêwîste hemû aliyên tevlî kombûna 7’ê Hezîranê bûne, girêdayî biryar  û encamên kombûnê û lidarxistina referandûma li Herêma Kurdistanê be.

 

Duyem:  Wê di hemû aliyan de ji bo referandûmê amadekarî werin kirin û gavên pratîkî werin avêtin. Wê  heykelê  karê lijneya Bilind ya referandûmê were diyar kirin.

 

Sêyem: Wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe danûstandinê li gel komîsyona bilind ya Hilbijartinê, rapirsiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bike û pêwîstiyên pêkanîna referandûmê bide.

 

Li aliyekî din jî Hikûmetê biryar daye ku  sîndoqên dengdanê ji bo referandûma ji  herêmên dervey rêveberiya Herêma Kurdistanê danin.

 

Hêjayî gotinêye ku di kombûna rêveberiya YNK’ê de biryar hatiye dayîn ku  heya parlamento aktîf nebe,  ew bi ti awayî endam ji bo komîteya referandûmê diyar nakin. Ew endamên YNK’ê yên ku tevlî kombûnê  bûne jî li ser navê Cigirê serokwezîr û parêzgarê Kerkûkê ne.

 

Her wiha Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî nûnerên xwe ne şandin kombûnê.