Li Xurmatû di nava 6 mehan de 69 kes hatine revandin

109

 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / XURMATÛ

 

Berpirsê Ragihandina Qaymeqamtiya navçeya Xurmatû ya Selahedînê Mihemed Fayîq ji ajansa me re ragihand ku di nava  6 mehan de li Xurmatû 69 kes  ji aliyê komên çekdarên nenas ve hatine revandin.

 

Mihemed Fayîq diyar kir ku ji kesên hatine revandin 39 kes hatine berdan û hîn çarenûsa 30 kesan nediyare. Herwiha Fayiq da zanîn ku piraniya kesên hatine ravandin Ereb û Tirkmenên Sune ne.