Maen: Ji bo kontrolkirina tevahiya Mûsilê tenê çend gav man

81

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 29’ê Hezîranê de dema mizgeftea ‘El Nûrî’ ku Serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî di wir de ‘Xîlafet’ ragihandibû, hate kontrolkirin, serkeftineke sembolîk ragihandibû. Tê hêvîkirin ku di saetên pêş de mizgîniya kontrolkirina tevahiya Mûsilê were dayîn.

 

Berdevkê operasyonên hevbeş yên Iraqê Saed Maen di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku bi dehan metre maye ku tevahiya Mûsilê were kontrolkirin û mizgîniya kontrolkirinê were dayîn.  Maen diyar kir ku şer hîna jî didome û got, hîn bi dehan metre maye ku hêzên Iraqî xwe bigihînin ser çemê Dîcleyê û çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsilê paqij bikin.

 

Televîzyona fermî ya Iraqê îro ragihandibû ku hêzên Iraqî tevahiya Mûsila Kevin kontrol kirine. Navenda Ragihandina şer jî ragihandiye ku 35 çete hatine kuştin, 6 çete jî ketine destê hêzên Iraqî de.

 

Li gorî ragihandinên Iraqî jî dibêjin, wê mizgîniya kontrolkirina Mûsilê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve were dayîn.

 

Mûsil ku 2. bajarê mezin yê Iraqêye wê piştî dagirkeriya 3 salan ya ji Hezîrana 2014’an ve bi temamıı ji çeteyan xilas bibe.