QSD`ê Kelha Harûn Reşîd ya li taxa kevin a Reqayê  jî rizgar kir

79

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Taxa kevin a Reqayê yek ji wargehên mezin ên çeteyên DAIŞ`ê di Reqayê de ye. Çeteyên DAIŞ`ê ji taxên din zêdetir li wê derê xwe bi cih kiribûne.

 

Rewşa taxa Kevin a Reqayê ji taxên din ên di bin serweriya çeteyan de cudatir e. Çeteyan piraniya şêniyên taxê di herêmên di bin serweriya wan de kom dikirin, kesê çûna wê derê red bikiriba dê bihatiba kuştin an bi zindî dihatiba şewitandin, berovajî taxên din, çeteyan nasnameyên wan dibirin û zilam dikirin zîndanan. Çeteyên DAIŞ`ê her wiha tevahî malên sivîlên taxê jî bombe dikirine.

 

Fermandarê Eniya Rojhilatê bajarê Reqayê Munzir Qamişo ku ji ajansa Nûçeya ya Hawarê re  got ku hêzên wan ji berî 4 rojan ve dîwarên parastinê yên herî mezin û bihêz ên çeteyên DAIŞ`ê li Eniya Rojhilatê bajêr şikandine û derbasî Sûrê kevin ê Reqayê û piştre derbasî taxa Kevin a Reqayê bûne, ku DAIŞ`ê îdia dikir kes nikare têkeve vê herêmê.ʺ

 

 

'QSD`ê Kelha Harûn Reşîd topbaran nekir da wê biparîze'

 

Fermandar Munzir Qamişlo da xuyakirin ku hêzên wan karîbûn derbasî Kelha dîrokî Kelha Harûn Reşîd a di taxa Kevin a Reqayê de bibin û wiha got. "Hêzên me li her çar aliyên kelhê belav bûn da ku kevneşopiya dîrokî , şaristanî û mirovahiya kelhê bê parastin. Hêzên me çekên giran bikar ne anîn. Niha jî kelh di bin serweriya hêzênme de ye û em bi baldarî kelhê paqij dikin.ʺ

 

Munzir Qamişlo ev jî got: "Hêzên me her wiha parastina Sûrê kevin jî kir. Dema li Sûrê kevin şer dikirin bi baldarî pêşve diçûn da şûnwarên dîrokê bên parastin ku milkê tevahî mirovahiyê û gelên herêmê ye. Li ser vê yekê jî ti ziyan di sûrên kevin de çênebûn. Hêzên me  bi kûraniya 700 metreyan ketin taxa kevin a Reqayê û ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.ʺ

 

'Ji % 80 Malên sivîlan bombe kiribûn'

 

Fermandar Munzir Qamişlo diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê zêdeyî ji sedî 80 malên sivîla li taxên rojhilatê bajarê Reqayê bombe kiribûn da ku ziyanên mezin bigehîjin mal û milkên sivîlan û bînesaziya avahiyên bajêr bê rûxandin û nehêlin Şervan ber bi navenda bajêr ve pêşve biçin.

 

Fermandarê Eniya Rojhilatê bajarê Reqayê Munzir Qamişlo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, ji destpêka hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê  ve 6 şerên dijwar li taxên rojhilatê bajêr rû didin û got: "Hêzên me berxwedaniyeke bê hempa di wan taxan de didin meşandin. Emê di demên nêz de Reqayê ji DAIŞ`ê rizgar bikin.ʺ