Şandeya KNK’ê li gel Hewramî û Kakeyiyan kom bû

91

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Îro piştî nîvro Şandeya Bilind ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku ji Endamên Rêveberiya KNK'ê Kamûran Berwerî, Sozan Heme û Zekeriya Hewramî pêk dihatin li gel Hewramî û Kakeyiyên Helebce li Pirtûkxaneya Hejar Mûkriyanî kom bûn.

 

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zekeriya Hewramî ji ajansa me re wiha got: "Me pêwîst dît ku em li gel Hewramî û Kakeyiyên Helebce kom bibin. Weke du pêkhateyên sereke yên Helebce ne. Ji bo ku em nêrîn û pêşniyarên wan bigirin û hinek endamekê destnîşan bikin ji bo beşdarîkirina komxebata guftûgo kirina yekîtiya netewî. "

 

 

Zekeriya Hewramî ev jî got: "Armanca KNK'ê parastaina mafê hemû pêkhate û baweriyên cûr bi cûr yên gelê  Kurde. Peyam û daxwazên wan ji bo me gelek giringin."

 

Her wiha Ekber Kakeyiyê ku beşdarî civînê bû  ji ajansa me re wiha got: "Pêk anîna kombûnên bi vî awayî gelek pîroz û di cih deye. Em weke Hewramî û Kakeyiyan spasiya xwe ji bo KNK'ê tînin ziman."

 

 

Ekber Kakeyî ev jî got: "Emê weke Hewramî û Kakeyiyan  di van çend rojan de ji bo beşdariya komxebata guftûgo kirina yekîtiya netewî nûnerên xwe destnîşan bikin û emê hemû daxwazên xwe ji bo yekîtiya netewî bînin ziman."