Di civîna Jinan de pirsgirêkên Jinên Başûr hatin nîqaşkirin

110

ŞINA FAYEQ/SILÊMANÎ

 

Civîna Jinan a çar parçeyên  Kurdistanê ya ji bo amadekariyên konferansa netewî ya jinan ku li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin dewam dike. Endama Sekreteriya Yekîtiya Jinan Seywan Rûstem di civînê de li ser pirsgirêkên jinên Başûrê Kurdistanê raporek amade kir û pêşkêş kir.

 

Seywan Rûstem wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka bi awayeke rasteqîne ya çalak kirina jinê di qada siyasî de heye. Beşeke van pirsgirêkan dikarin bi rêya qanûnî werin çareser kirin. Lê, beşeke girîng ya pirsgirêkan jî çavkaniya xwe ji zêhniyeta desthilatdar ya mêr digire ku ev li Başûrê Kurdistanê zehf serwere. Bi taybet pêwendiya xwe bi bername û zêhniyeta partiyên siyasî û hikûmetê ve heye."

 

Her wiha Seywan Rûstem bal kişand li ser başdariya jinan ya li havendên biryardayînê û got: "Pêwîste jin li gor karînên xwe  rola xwe di navendên biryardayinê de bilîzin û têde cih bigirin."

 

Seywan Rûstem di rapora ku amade kirî de behsa bandora krîzên Başûrê Kurdistanê yên li ser pêşveçûna rewşa jina jî kir û got:"Pêwistiya Herêma Kurdistanê gelek bi reformên yasa heye. Ji ber girtina parlamentoyê tirsa paşketina demokrasiyê heye. Beşek din ya pirsgirêkan jî astengiya li pêşiya karên jinan ya di siyasetê de ye."

 

Seywan Rûstem anî ziman ku nebûna aboriya jinan ya serbixwe, bûye sedama winda kirina serxwebûnê û  her dem ji aliyê mêran ve werin paşguh xistin û got: "Em weke Başûr bi hêvîne  ku dê kongreya netewî û xebata netewî ya jinên Kurdistnê bi ser bikeve."