HRW: Hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê Êzidiyan binpê dike

95

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêxistina Mafê Mirovan ya Cihanê (HRW) îro rapora ku li ser binpêkirina mafê mirovan ên li Herêma Kurdistanê ama de kirî belav kir.

 

Di raporta HRW'ê de hat destnîşan kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend malbatekê Êzidî veguhestiye Şengalê û da anîn ku ev malbatane ji ber ku xizmên wan di nava Heşdî Şebî dene bi darê zorê rêkirine Şengalê.

 

Di rapora HRW'ê de ev jî hat gotin: "Hêzên asayîşa girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Hezîranê de 4 malbatên Êzidî bi darê zorê rêkirine Şengalê ku li wir xizmetgûzariyek pir sînordar heye. Ji ber sedema xizmên wan dinava Heşdî Şebî de hatine ev malbat şandine Şengalê. Ev bûyerane li gorî yasayên nêvdewletî  weke binpêkirina mafê civakî tê zanîn.”

 

Di dawiya raportê de hat diyar kirin ku pêwiste desthiladarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dawî li van bûyerên binpêkirinan mafê gêlê Êzidî bîne.