Kongreya DBP’ê pêk hat: Tuncel û Aslan bûn Hevserok

100

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Otela Neva Plasê ya Enqereyê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre bi dirûşmeya 'Bi civka zana ber bi pêşeroja azad ve' pêk hat. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê delege beşdarî kongreyê bûn. Di nav mêvanan de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê û gelek rêveberên ÎHD, KESK û EGÎTÎM SEN'ê jî cih girtin. Dîsa malbatên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ên wekî Mehmet Tunç, Mehmet Yavuzel û Sêvê Demîr jî beşdarî kongreyê bûn.

 

Hevseroka BDP'ê ya girtî Sebahat Tuncel ji kongreya DBP'ê re peyamek şand û ev tişt got: "Ji bo em di hemû qadên jiyanê de jiyanê xweş û azad bikin, di nav aştiyê de paşerojekê ava bikin, di îro de em destpêkeke nû pêk tînin."

 

Tuncel aşkera kir ku ji bo pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn jî Konfederasyona Rojhilata Navîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareserî.

 

Her wiha Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî, ji 4'emîn kongreya DBP'ê re peyamek şand. Demirtaş, anî ziman ku li her derê mezinkirina berxwedana li dijî faşizmê, bi rêxistinbûna gel pêkan e. Demîrtaş, da zanîn ku ev jî bi perwerdehiyê û têrkirina bîrdoziyê pêkan e.

 

Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcihan Şîmşek jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser çareseriya Xweseriya Demokratîk e.

 

 

Her wiha di kongreyê de endamên Meclîsa Partiyê jî hatin diyar kirin.