‘Kongreya netewî çareseriya pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê ye’

85

 

 

HAWKAR MISTEFA/ ROJNEWS

 

Hewldanên KNK’ê yên ji bo pêkanîna kongreya netewî û yekîtiya netewî berdewamin û serdanên li gel  aliyên siyasî, rewşenbîr û ruspiyên civakê  jî berdewam dike. li ser vê piştgiriya çînû pêkhateyên Kurdistanê jî ji bo yekîtiya netewî zêde dibe.  biryare ku di 15 û 16’ê Tîrmehê de kombûna şêwira netewî li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna 300 endaman destpê bike.

 

Têkildarî mijarê Rewşenbîrê li Helebce Zîno Kakeyî wiha ji ajansa me re axivî: “Cihê hêvî dayinê ku niha hewldanên ji bo kongreya netewî ya  Kurdistanê li gel partî û çîn û pêkhateyên cûda yên  Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê zêde bûye. Bi taybet hewldanên KNK’ê ji bo pêkanîna kongreya netewî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

 

 

 Her wiha Zîno Kakeyî got: “Ew pirsgirêkên siyasî, netewî û olî ku hatiye pêşiya gelê Kurd, bi pêkanîna kongreya netewî dikare were çareser kirin. Ji ber ku armanca kombûnên şêwiriya KNK’ê  wergirtina fikrê hemû partî û welatiyane. Da ku bi peyamek yekgirtî ji kongreyê derbikevin. Ev jî cihê serbilindiyêye.”

 

Kakeyî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erkê kongreya netewî  di kombûna şêwîriyê de ewe ku cûdahiyên di navbera aliyên siyasî de kêm bike û xalên hevbeş eşkere bike. Ji ber ku bi xwe jî dibêjin wê Rojhilata Navîn û neşxeyên siyasî werin guhertin. Divê gelê Kurd jî cihê xwe di nexşeya siyasî ya nû de bigre.”

 

Têkildarî heman mijarê Rewşenbîrê bi navê Aram Selah jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Her gavek ku yekîtiya Kurdan li pey xwe de bîne, cihê serbilindî û rêz dayînê ye.  Pêkhatina kongreya netewî bi xwe ji bo çareser kirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê gavek mezine. Piştre wê di hemû aliyan de hemû pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê çareser bike.”

 

 

Di dawî de Aram Selah ev gotin kir: “Ji ber ku civaka Kurd li ser partî û hêzên siyasî de belav bûne, divê kongreya netewî destpêkê ji bo başkirina peywendiyên navbera aliyan de kar bike. Bi vî awayî wê kongreya netewî encamên baş bi xwe re bîne. Tevlîbûna jin û ciwanan ya kongreyê, hêviya gelê Kurd ya ji bo kongreya netewî bihêztir kiriye.”