Li Reqayê 41 çete hatin kuştin

145

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 33`an de bi şerên giran dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Hîşam Ebdullmelik ku di dikeve aliyê başurê Reqayê, ji duh êvarî ve, şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Di şerê ku heta niha li taxê dewam dike de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û hinek cihên di taxê de hatin rizgarkirin.

 

Li taxa Kevin a Reqayê jî, di encama şerên dijwar ku heta niha dewam dike de, 13 çete hatine kuştin. Her wiha çeteyek jî bi sax ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate girtin.

 

Di berxwedaniya li taxa Kevin a Reqayê de jî, 2 şervanên QSD`ê şehîd ketin û yek jî birîndar bû.

 

Li taxa El-Rewda ku dikeve aliyê bakurê rojhilatê bajêr, şer didome. li vir yek jê sekvan 7 çete hatin kuştin. Li aliyê rojava yê bajêr jî, li taxa El-Diriyê, di encama şerên dijwar 6 çete hatin kuştin. Her wiha 3 şervanên QSD`ê jî birîndar bûn.

 

Li taxa El-Berîd a aliyê bakurê rojavayê bajêr, çeteyên DAIŞ`ê  berdestê sibehê êrîşî çeperên şervanên  QSD`ê yên li taxê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de 10 çete hatin kuştin û şervanekî QSD`ê jî birîndar bû.

 

Li taxa Hitîn ku dikeve aliyê rojavayê bajêr û beriya demekê ji çeteyan hatibû rizgarkirin, di encama operasyona paqijkirinê de, şervanên QSD`ê kargeheke çeteyan a çêkirin hawanan dîtin.