Mihemed Hacî Mehmûd: PDK razî bûye Dr. Yusif Mihemed vegere Hewlêrê

100

 

CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS

 

Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalista Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd girêdayî pêkanîna referandûmê  bi taybet ji ajansa me re axivî û got ku mercên Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya ji bo pêkanîna referandûmê heye.

 

Mihemed Hacî Mehmûd wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Başûrê Kurdistanê  pêngava pêkanîna referandûmê berdewame û ji dervey Komeleya Îslamî û Tevgera Goran hemû aliyên din nûnerên xwe ji bo kombûnê şandine. Fikrê Goran û Komele siyasine û em hêvîdarin ku di pêşerojê de ew ji tevlî kombûnê bibin. Ew herdu aliyên serekene, giringî û bandora xwe hene. Her wiha di kombûnê de cihê taybet ji bo wan hatiye diyarkirin ku di lîjne û desteyan de amedebibin.”

 

‘PDK razî bûye ku serokê parlementoyê vegere’

 

Mihemed Hacî Mehmûd axatina xwe wiha domand: “Ger herdu alî tevlî kombûnan nebin nayê wê wateyê ku ew li dijî pêkanîna referandûmê ne. Ji ber ku mercên wan hene bi taybet li ser mijara karkirina parlementoyê. Daxwaza wan ewe ku ji berî pêkanîna referandûmê parlemento were aktîf kirin. Niha PDK û YNK ji bo aktîfkirina parlementoyê di nava hewildanan dene.”

 

Mihemed Hacî Mehmûd di axaftina xwe de îşaret bi vegera Serokê Parlamentoyê  ya ji  bo Hewlêrê kir û ev gotin kir: “Ji bo pêkanîna hikûmet û parlementoyê, PDK û Tevgera Goran ji berê de ji lihevkirinek îmzekirine. Niha PDK razî bûye ku serokê parlementoyê vegere Hewlêrê û kombûnên xwe pêk bîne.”

 

 ‘Ev referandûm ji bo wergirtina fikrê gele’

 

Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir ku mafê ti aliyekî siyasî nîne ku li ser  referandûmê berjewendiyên xwe bikartîne, li ser navê gel bi axive û biryarê bide û wiha pêdeçû: “Mafê welatiyane ku çarenûsa xwe diyar bike û biryar bide ku serxwebûnê dixwazin yan li gel Bexda bimînin. Ev referandûme ji bo wergirtina fikrê gele  ku di dema serketinê de  da ku weke qertek bi hêz danûstandinan li gel welatên Ewropa, Amerîka û welatên cîran bike.  Wê demê dikarîn rûnin û nîqaş bikin ku pirsgirêkên li gel Bexda çawa çareser bibe.”

 

Mihemed Hacî Mehmûd dirêjî da gotinên xwe û got: “Em dubare naxwazin vegerin dema ji berî hatina DAIŞ’ê. Ger em vê xeletiyê bikin wê demê wê DAIŞ’ ek  din pêkwere. Danûstandin û xeletiyên  li gel Bexda li dijî Kurdan bûye sedem ku em carekî din li gel Bexda nemînin.”

 

‘Referandûma 2005’an hizbî bû’

 

Girêdayî  referandûma sala 2005’an jî  Mihemed Hacî Mehmûd eşkere kir ku ew referandûm heya astekê hizbî bû û ne fermî bû ev gotin kir: “Ew referandûm ji aliyê YNK û PDK’ê ve ji bo bi destxistina hinek post ji Bexda  pêkhatibû. Hikûmeta Iraqê ne dixwest Başûrê Kurdistanê ji Iraqê qut bibe, hinek maf û îmtiyaz dabû Kurdan. Postên weke Serokomarî, Cîgirê Serok Wezîr, hinek Wezîr, Wezaretek û dayîna budceya ji sedî 17’an  bû sedem ku PDK û YNK dawî li wê referandûmê bîne. Lê belê niha zeminek pir baş çêbûye û gelek tiştan hatine derbas kirin. Kurd niha ji demê derbasbûyî bi hêztire, dikare bi serkeftî ji referandûmê derbikeve û wê êdî li gel Bexda nemîne.”

 

Mihemed Hacî Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev qasî  25 sale gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê desthilatdare. Ti ziyanek ne gihandiye welatên cîranên ên weke Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê. Beravajî her tim wan mafê Kurdan xwariye û Kurdan dorpêç kirine. Êrîş kirine ser xaka Herêma Kurdistanê.”