Mizgîn Irgat: Konferansa netewî li ser me ferze

108

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li bajarê Silêmaniyê civîna jinên çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo amadekariyên konferansa  netewî ya jinên Kurd berdewam dike. Di civînê de  Parlamentera HDP'ê û Nûnera Jinên Bakûr Mizgîn Irgat rapora Jinên Bakûrê Kurdistanê xwend.

 

Mizgîn Irgat di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Me dixwest em bi hejmarek zêdetir beşdarî vê civînê bibin. Lê belê ji ber Hevseroka me Fîgen Yuksekdag û hejmarek zêde ya parlamenterên me di zindanê de ne, me ne karî em bi hejmarek zêde beşdarî vê civînê bibin."

 

Mizgîn Irgat ev jî got: "Girtin û zext nikarin xebat û têkoşîna me jinan asteng bike. Ev civînane û konferansa netewî li ser me ferze. Divê em pêk bînin."

 

Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji ber ku Fîgen Yuksekdag di zindanê de ye ne karî beşdarî vê civînê bibe. Lê me silavên Figen Yuksekdag û parlamenterên din yên HDP'ê ji bo we anîne ku niha di zindanên dewleta Tirk de ne."

 

Mizgîn Irgat anî ziman ku Kurdistan ji aliyê netew dewletan ve hatiye parçe kirin û diyar kir ku ew êşa ku niha ew dikêşin ji ber sistema netew dewletane.

 

Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin û got: "Ez parêzerê Abdullah Ocalan bûm. Tecrîda li Îmraliyê hêj berdewam dike. Hemû peyamên navnetewî tên binpê kirin. Li gel vê jî Ocalan her dem ji bo pêk anîna aştiyê têdikoşe. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên û pêk anîna rêya çareseriyê têkoşîna xwe berdewam dike."

 

Civîna jinan berdewam dike.