Operasyona rizgarkirina Hewîce hat paşxistin

109

 

 

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

Li Kerkûkê îro çend fermandarên pêşmergeyan bi gel fermandarên hêzên Koalîsyona Navnetewî re civiyan. Mijara civînê operasyona rizgarkirina Hewîce û Telefer ya çeteyên DAIŞ'ê bû.

 

Fermandarê eniya başûrê Kerkûkê Westa Resul têkildarî civînê ji ajansa me re wiha got; "Bi mebesta alîkariya rizgarkirina navçeya Hewîce bikin û çeperên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran bikin, em bi beşek ji fermandarên hêzên Koalîsyona Navnetewî re civiyan. Hêzên koalîsyonê soza alîkariyê da hêzên pêşmergeyan, di dema her êrîşekî li dijî pêşmergeyên li eniya Kerkûkê pêk werin."

 

Westa Resul bal kişand li ser dema operasyona rizgarkirina Hewîce û wiha anî ziman; "Kontrolkirina navçeya Hewîce hat paşxistin. Wê opasyona rizgarkirina Hewîce piştî rizgarkirina Telefer destpê bike."