‘Tirkiye ji bo lewaz kirina Operasyona Reqayê, dixwaze êrîşî Efrînê bike’

117

 

 

 

BERHEM LETÎF/ ROJNEWS

 

Siyasetmedar û Berpirsê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî têkildarî armanca êrîşên Tirkiyê ya li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê  ji ajansa me re axivî.

 

Fayîq Gulpî ragihand ku Dewleta Tirk  rejîmek faşîste û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta Tirk xwe li  deskeftiyên gelê Kurd na ragire. Li her cihekê ku gelê Kurd bibe xwedî deskeftiyên xwe, dewleta Tirk hewl daye tine bike, lê bi ser neketiye.”

 

Her wiha Fayîq Gulpî got: “Armanca duyem ya dewleta Tirk ewe ku têkçûna çeteyên DAIŞ’ê dereng bixe. Ji ber ku têkiliya Tirkiye bi awayek cûda li gel çeteyên DAIŞ’ê heye.  Ji ber ku tirsa Tirkiyê ewe ku piştî têkçûna DAIŞ’ê dora têkçûnê ya Tirkiyê be. Dewleta Tirk ji bo lewaz kirina operasyona ser Reqayê,  êrîşî Kantona Efrînê dike.”

 

Gulpî axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze di siberoja Sûriyê de bibe xwedî rol. Eger herêmek bixe bin destê xwe, yan jî bikeve bin destê hevpeymanên Tirkiyê, wê demê wê di Sûriyê de bibe xwedî rol. Lê bi van gefên ku dike, eger şer jî neke, hinek destkeftiyên siyasî bi dest nayne.”

 

 Fayîq Gulpî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li Efrînê mil bi milê hêzên YPG û QSD’ê bûye xwedî îradeyek ku di meşa mezin a Efrînê de  vê nîşan da û wiha pêdeçû: “Ji bilî hebûna hêzên hevgirtî  ya Efrînê, gelek xwedî îradeye û di hêla  coxrafîk de jî stratejiye. Li gorî min eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike, wê ji bo leşkerên Tirk bibe."

 

Dr. Fayîq Gulpî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heya niha Rusya û Amerîka  bi fermî helwesta xwe nîşan ne dane. Dibe ku bixwazin  rê bide Tirkiye ku  sînor derbas bike. Ji ber ku çi planên Tirkiye yên di van salên dawî de li ser asta Sûriye û herêmê hene, civaka navnetewî guh nade wan planan. Ji ber wê Tirkiye wê di êrîş kirina xwe ya ser Efrînê de têkbiçe.”