YBŞ: Nûçeyên bombabaran kirina herêmên YBŞ’ê ne rastin

99

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandariya Giştî ya YBŞ`ê têkildarî gotegotin bombebarandina herêmên di bin parastina hêzên wan li Şengalê de ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

YBŞ'ê ragihand ku ew nûçeyên ku di hin çapemeniyên yek alî de, yên derbarê bombebaran kirina heremên YBŞ`ê de ne rast in.

 

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ`ê wihaye:

 

“Di dîroka 07.07.2017`an de , saet navbera 23-00:00’an li gor hin çapemeniyan balafirên şer ên Tirk heremên YBŞ`ê bombebaran kirine. Ev nûçeyane ji rastiyê dûr in. Heta ku agahiyeke cuda bê dayîn, divê gelê me ji van nûçeyên ne rast bawer nekin.

 

Nûçeyên ku di hin çapemeniyên yek alî de, derbarê bombebaran kirina heremên YBŞ`ê ne rast in. Tu tehdit û ceribandina êrîşan li ser heremên ku di bin parastina me de nîn e. Hêzên me di çeperên berê de ne. Em weke fermandartî vê mijarê ku derveyî me pêk hatiye bi nêz ve bişopînin. Agahiyên nû di derbarê vê mijarê de ji gelê me re wê were parve kirin.”