Yekemîn civîna jinan a çar parçeyên Kurdistanê destpê kir

115

 

 

ŞINA FAYEQ/SILÊMANÎ

 

Îro saet 10:10'an li salona Otela Çarçira  ya bajarê Silêmaniyê yekemîn civîna jinan a çar parçeyên Kurdistanê bi amadebûna 80 jinên nûnerên partî û rêxistinên jinan ên çar parçeyên  Kurdistanê û Kurdên Ewropa di pêşengiya KJK'ê de dest pê kir.

 

Dê di rûniştina yekemîn de rapora konferansên ku di 2010 û 2012'an de li bajarê Hewlêrê hatîn pêk anîn werin wendin û paşê dê pirsgirêkên  jinan ên çar parçeyên Kurdistanê werin nirxandin.

 

Her wiha dê di rûniştina duwem de jî giringiya yekîtiya netewî ya ji bo jinana were nîqaş kirin.

 

Dê di rûniştina sêyemîn de jî plansazî û hilbijartina komîteya amadekar a konferansa netewî ya jinên Kurd were kirin.

 

Têkildarî girîngiya civîna jinên Kurd Nûnera jinên YNK’ê Telar Letîf ji ajansa me re axivî û wiha: “Ji bo nîqaş kirina  mijarên jinan, siyasî,  netewî, yasayî, civakî li her çar parçeyên Kurdistanê, kombûnek gelek girînge.”

 

 

Her wiha Telar Letîf ev jî got: “Em dixwazin ev kombûn bibe hêvênê kom kirina aliyên çar parçeyên Kurdistanê û pêk anîna kongreya netewî.”

 

Telar Tetîf anî ziman ku civînên bi vî awayî giringin û diyar kir ku divê civînên bi vî awayî her dem werin çêkirin û  peywendî di nava jinan hebe.

 

Dê yekemîn civîna jinên çar parçeyên Kurdistnaê ya ji bo amadekariyên konferansa netewî heta saet 17:00'an berdewam bike.