YRK’ê Îranê şiyar  kir

145

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK bi daxuyaniyekê ragihand ku  ev şeş sale, li rexmê kiryar û hewldanên rejîma Îranê  ku  şer li gel wan dike, hêzên wan ti çalakiyek lidarnexistine û got ku hêzên wan tenê parastina xwe dikin, lê Îran di hewldanên xwe yên şer de berdewame.

 

Her wiha YRK’ê di daxuyaniyê de got: “Armanca Îranê di projeyên çêkirina bendavan de, avakirina baregehên leşkerî li wan herêmane. Her wiha ji bo li Rojhilatê Kurdistanê, welatiyên asayî tevlî hêzên pasdaran  û kontir gerîla bibin, rewşa lawirvanî çandiniya herêmê xira kiriye.”

 

 YRK’ê destnîşan kir ku Ji belav kirina madeyên hişber li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê berpirse û wiha domand: “Rejîma Îranê, sîxûrên kurmanc li herêmên Soran û sîxûrên Soran jî li herêmên Kurmanc lê jiyan dikin, bikar tîne. Armanca wan jî ewe ku welatiyên her dû herêman bi hevdû bidin reş kirine. Her wiha hinek kes li ser navê nêçîrê rê dikin herêmên sînor ku derbarê gerîla û cihê wan de  agahî kom bike.”

 

YRK’ê di dawî de bang li wan kesên alîkariya Îranê dikin kir ku tevlî van kiryaran nebin, eger serî li van rêyan bidin, wê rastî cezayê giran yê gerîlayan were.