3. kongreya Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat

100

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li Herêmên Parastina Medyayê 3. Kongeya Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi dirûşmeya; 'Bi pêşengtiya ciwanan serbixîn şoreşa Rojhilatê Kurdistanê' di navbera rojên 6 û 8'ê Tîrmehê de bi beşdarbûna 100 delege û mêvanên hate li darxistin.

 

Kongreyê bi deqeye rêzgirina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê destpê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîteya Amadekar Rohat Rowar ve hate kirin.

 

Piştre jî perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan yên têkildarî rol û pêşengtiya ciwanan a ji bo civakekî azad, demokrat û azadiya jinê hate xwendin.

 

Piştre jî rapora 2 salên derbasbûyî ya derbarê kar û xebatên ji aliyê Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) ve hatî meşandin de hate xwendin. Herwiha di kongreyê de rewşa siyasî û pêşkeftin û krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê de hene hat guftûgo kirin. Hate ragihandin modela kapitalîzmê di nava krîzekî mezin de ye.

 

Di encamnameyê de wiha tê gotin; "Rêya rizgarbûna civakan û gelan ya ji van krîzên li Rojhilatê Kurdistanê heye, ku çavkaniya xwe ji modernîteya kapîtalîzmê dige, projeya Konfederalîzma demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêş kirin e. Dîsan rêz li hebûna hemû nasname, çand û baweriyan digre. Bi vê rê wê rêyê wê siyaset û pîlanên dewlet-netewe û kapîtalîzmê were pûç kirin."

 

Di kongreyê de ev biryar hatin dayîn;

 

"Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) azadiya fizîkî ya Rêber Apo weke bingehê têkoşînê û xebatê xwe dizane.

 Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêşengtiya li hev nêzîk kirina aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li stûyê xwe digre.

 

Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêşengîkirina lidarxistina 4. Konferansa Ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê weke erkekî xwe dibîne.

 

Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê erkê xwe dibîne, li dijî siyaseta tevkujiya çandî, siyaseta qirkirinê, kuştina kolberan, koçberkirina ciwanan ya ji aliyê rejîma Îranê ve pêk tê, raweste û xwedî helwest be.

Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wê li dijî her hişmendiya mêrsalarî, bêdengkirina civakê û zextên Komara îslamî yên li ser jinan têkoşînê bike. Wê ji bo rêxistinkirina jinên ciwan jî têkoşînê bike."

 

Herî dawî wiha tê gotin; "Di kongreyê de li ser êrîşên li ser harçar parçeyên Kurdistanê hat rawestandin. Di roja îro de, bi taybet dewleta Tirk û Îran dixwazin weke çeteyên DAIŞ'ê ku li Kobanê şkestin, êrîşî Efrînê bikin. Ji ber vê yekê 3. Kongreya Komelên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya 'Bi pêşengtiya Ciwanan Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê serbixîn' bang li hemû ciwanên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê li ser asta bi rêxistinkirinê civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna azadiya xwe bilind bikin û beşdarî nava refên gerîla bibîn."