‘Di civîna jinên Kurdistanê de, deng û rengê jinan bû yek’

101

 

ŞINE FAYÎQ / SILÊMANÎ

 

Li bajarê Silêmaniyê duh civîna jinên her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo amadekariyên 3. konferansa jinên Kurdistanê pêk hat, di civîna de ji bo 3. konferansa jinên Kurdistanê biryara avakirina komîteyekê hate dayîn.

 

Di derbarê girîngiya civînê û rolê jinan di pêkhatina yekîtiya netewî de, Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya Komelga Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan ji ajansa me re axivî û got: “Di encama vê civînê de komîteya hevbeş hat demazrandin ku nûnerê jinên her çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digrin. Ji ber vê deng û rengê jinan bû yek. Em gihiştin li hevkirinekê ji bo beşdarî konferansa netewiya Kurdistanê bibîn.”

 

Viyan destnîşan kir ku niha li ser çar parçeyên Kurdistanê berxwedana jinan heye û wiha peyvî; “Niha li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedana jinan tê meşandin, gelê Kurd di qonaxekê pir hestyar re derbas dibe. Niha jin li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengiyê dikin. Li aliyê din êrîşên dijminan piranî li ser jinan tê meşandin. Bê cudahî dixwazin jin ji fikrê azadîxwaziyê dur bixin.”

 

Di derbarê beşdarbûna jinan di konferansa netewî de ku biryar li ser hatiye dayîn pêk were, Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya KJAR’ê Peyman Viyan got: “Konferansa netewiya jinan ne tenê ji bo alî û hizbane, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye. Pêwiste konferansa netewî ji derveyê berjewendiya hizbî li ser bingehê hestên netewî û îradeya jinan pêk were.”