Dosyaya benzîna jehrî û Chavy Land hatin lêkolînkirin

120

 

RÊZAN MIHEMED / SÎLÊMANÎ

 

Berê niha demekî 40 tankêrên benzînê yên jehrî derbasê herêma Kurdistanê hatibû kirin. Ev tankêrên ku hatibûn derbaskirin hat îdakirin ku benzîneke jehriye û madeyeke penceşêrê çêdike di navê de heye. Her wisa dosya Chavy Landê heye ku têgotin gelek erdê ku divê negire û ser bi şaredariyê be dagir kiriye. Ji ber vê sedemê komek parlementerên herêma Kurdistanê ji bo lêkolînkirina herdu dosyayan ketin tevgerê. 15 parlementerên parlementoya Herêma Kurdistanê li ser du dosyayên cûda lêkolînek kirin û encamên vê lêkolîna xwe jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin.

 

Parlementerê koma Tevgera Goran li parlementoya Herêma Kurdistanê Omer Hînayet di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Li gorî lêkolînên me kirine 40 tankerên benzînê yên hatine  Silêmaniyê ku dike milyonek lîtreya benzînê. Ji sedî 12-14’ê benzînê qirêj bû. Ev rêjeya xirabûna benzînê madeyeke jehrî di nava xwede di hewîne û bandoreke xirab li ser tendûristiya mirovan dike.”

 

Hînayet îşaret bi rêjeya fişara benzînê jî kir û ragihand ku nabe rêjeya zextê (ROP) ya benzînê zêdebe û got: “Dema rêjeya fişarê ya benzînê zêdebe metirsiya şewatê jî zêde dike. Divê ev rêje li gorî demsalan were guhertin. Ji ber di havînê de şewata wesayîtan zêdetire.”

 

Omer Hînayet diyar kir ku ev benzîn hem dûbare hatine zivirandin û hem jî cezayeke nêzî  2 milyar û 190 milyon dînar li van şîrketan hatiye birîn û got: “Lê, dîsa jî 20 tankêrên benzînê bi dizî hatine firotin.  Ji lewma me nekarî li hember vê yekê bêdeng bimînin.”

 

Omer Hînayet têkildarî dosyaya Chavy Land jî agahî da û got: “Erdeke zêde ya şaredariyê li ser navê Chavy Land hatiye tomarkirin.  Cadeya 30 metrî ku cadeya 60 metrî û 100 metrî li gel bajarê Dayîk bi hev ve girêdide ji aliyê Chavy Land ve hatiye dagirkirin. Em daxwaz dikin ku ew erdê ku bi xeletî li ser navê Chavy Land hatiye tomarkirin, dûbare bidin şaredariyê. Eger ev pirsgirêk jî neyê çareserkirin, emê bidin dadgehê û komîsyoneke lêkolînê ji bo wê ava bikin.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Omer Hînayet ragihand ku ew van encamên lêkolîna ku kirine ji bo çareserkirinê pêşkêşê Serokê Parlemena Herêma Kurdistanê û serdozger kirine.