Heyder Ebadî rizgarkirina Mûsilê îlan kir

106

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li Mûsilê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji berî çend kêliyan ligel hejmarek fermandar civîna çapemeniyê lidarxist û ragihand ku li Mûsilê dawiya DAIŞ'ê hat.

 

Heydar Ebadî got; "Me Mûsil bi xwîna zarokên Iraqê rizgar kir. Ji DAIŞ'ê hat paqijkirin û li Mûsilê dawiya DAIŞ'ê hat. Hêzên Iraqê li Mûsilê serkeftinên mezin bi destixst. Ev serkeftin ji bo tevahya cîhanê nîşaneke. Tenê Iraqiyan gelek qurbanî da. Herwiha em spasiya wan welatên alîkariya Iraqê kirin dikin."

 

Ebadî bal kişand li ser ji nûve avakirina Mûsilê û wiha anî ziman; "Wê piştî demekê avakirina Mûsilê destpê bike. Niha erkê me paqijkirina wan herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine wêrankirine."

 

 Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, 'Bijî Iraq' û ala Iraqê bilind kir.

 

Di 10'ê Hezîrana sala 2014'an de Mûsil ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat rizgarkirin û di 17'ê Cotmeha sala 2016'an de operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir.