Ji aliyê artêşa Tirk ve li Til Rifetê 2 sivîl hatin qetilkirin

118

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ajansa ANHA'yê, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmên Şehba, gundê Şêx Îsa, Herbel û Til Rifet 2 sivîl hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.

 

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avirîn a Efrînê û tedawiya wan tê kirin.

 

Topbarana artêşa Tirk a li ser herêmê jî didome.