Tevgera Azadî: Divê Mûsil bibe mînakek ya bi hev re jiyanbûna pêkhateyan

119

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê vê êvarê derbarê rizgarkirina bajarê Mûsil daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Çeteyên DAIŞ'ê di nava sê salên dagirkirina Mûsilê de, bê ku pîvakî mirovahiyê û ehlaqî li ber çavan bigrin, wêrankariyek mezin pêk anîn. Welatiyên sivîl kirine armanca êrîşên xwe."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Mixabin, beşek mezin ji xaka Kurdistanê radestî çeteyên DAIŞ'ê hate kirin û bi hezaran Kurdên Êzidî ket destê çeteyên DAIŞ'ê de. Li bazaran weke kole hatin firotin. Ji ber vê yekê pêwîste di demek zû de ew kesên ku destê wan di radestkirna Şengal û Mûsil de hebû,  lêborînê bixwazin û werin dadgeh kirin. Weke Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê hêvîdarîn ku piştî rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê, Mûsil cûdatir be ji berî DAIŞ'ê. Hemû pêkhateyên Mûsilê di rêveberiyê de rol bigrin. Hebûna yek bi pejirînin. Di nava rêveberiyê de hemû pêkhate û bawerî cihê xwe bigrin. Demil dest dest bi avakirina bajêr bêkirin. Herwiha koçberên Mûsilê di demek zû de vegerin li ser warê xwe."