YPG’ê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk ya 4 rojan eşkere kir

137

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, encamên êrîş û û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 4 rojên dawî li ser Rojavayê Kurdistanê, eşkere kir.

 

YPG`ê diyar kir ku êriş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser xaka Rojava berdewam dikin.  YPG`ê destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser Efrînê jî didomînin û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li ser Efrîn û Kobanê jî zêde bûne.

 

Li gor daxuyaniya YPG'ê encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên 4 rojên dawî wiha ye;

 

“Di dîroka 05.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi tang û çekên doçka êrişî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Maranezê û Belûniyê geriyan.

 

Di dîroka 06.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê kirin û bi çekên doçka jî êrişî gundê Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Şiyê û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser rojavayê Kobanê jî geriyane.

 

Di dîroka 07.07.2017`an de çeteyan bi topên hawanê êrîşî Basûfanê û bi çekên doçka û BKC jî êrîşî Girê Şehîd Şîlan kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser Girê Qestelê, Kefer Cenê û Xedametê geriyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin bi guleyên tangê û çekên doçka êrîşî gundên Maranezê, Eyn Deqnê, Minix û Belûniyê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrîşî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê ku dikeve rojhilatê çemê Firatê kirin.

 

Di dîroka 08.07.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encamê de şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin. Dîsa çeteyên ku dixwestin êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket. Di encam de êrîşa çeteyan hat şikandin û çete paş de reviyan. Di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku çete ji herêma şer reviyan bi topên hawan û katyûşa êrişî gundê Basûfanê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê û bi çekên doçka êrişî Bêlûniyê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.”