Bi zêdebûna nifûsa Cîhanê re pirsgirêk jî zêde dibin

93

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî rapora dawî ya Buroya Karên Civakî û Aborî (DESA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), nifûsa cîhanê ku 7,6 milyar e her zêde dibe. Hat ragihandin, ku zêdebûna îsal wê bi giranî li 10 welatan pêk were.

 

Li gorî rapora DESA'yê, ku di meha bihurî de hate weşandin; nifûsa Cîhanê wê sala 2030'î bibe 8,6 milyar, sala 2050'î bibe 9,8 milyar û sala 2100'î jî bibe 11,2 milyar. Di rewşa heyî de Komara Gel a Çînê bi nifûsa xwe ya ji 1 milyar û 410 milyonî di rêza yekemîn de ye. Hîndîstan jî bi nifûsa xwe ya ji 1 milyar û 340 milyonî di rêza duyemîn de ye. Tê payin ku Hîndîstan sala 2024'an ji Çînê derbas bibe û bikeve rêza yekemîn. Di heman raporê de 10 welatên destpêkê yên nifûsa wan herî zêde wiha hatin rêzkirin: DYA 324 milyon, Endonezya 264 milyon, Brezîlya 209 milyon, Pakîstan 197 milyon, Nîjerya 191 milyon, Bangladeş 165 milyon, Federasyona Rûsyayê 144 milyon û Meksîka 129 milyon.

Di rewşa heyî de 26 ji 100 kesên ser rûyê erdê, zarokên temenê wan di binê 15 salî de ne. Nifûsa ciwanan bi taybetî li welatên Afrîka û Başûrê Asyayê zêde ye.

 

Dê mirovên extiyar û xwedî pêwîstiyên taybet bibe ji sêyan yek

 

Hejmara mirovên di navbera 16-59 salî de, ji sedan 61 yê tevahiya nifûsa Cîhanê ye. Ev par wê hê bêhtir extiyar bibe. Her wiha di nava nifûsa 7,6 mijarî de, 962 milyon kes 60 salî û jê mezintir in. Sala 2050'î wê ev hejmar bigiheje 2 milyarî, sala 2100'î jî wê bigihêje 3,1 milyarî. 

 

Li gorî daneyên sala 2017'an, hejmara mirovên zêdeyî 80 salî, 137 milyon e. Sala 2050'î wê ev hejmar bibe 425 milyon.

 

Nifûs wê bi giranî li welatên xizan, bindest û yên weke 'Kêm pêşketî' tên bi nav kirin, zêde bibe, ku piraniya van welatan li Afrîka, Asya û parzemînên okyanûsya ye.

 

Guhertina di nivûsa ciwan û extiyaran de wê bandorê li welatên xizan bike

 

Li welatên Afrîkayê, nifûsa extiyaran wê ji rêjeya ji sedî 5, bigihêje ji sedî 20'an. Li van welatên ku xizanî lê giran e, bi guherîna nifûsa ciwan û extiyaran re wê pirsgirêka xizaniyê zêdetir bibe.

 

Ji bo mirov xwe xwedî bikin wê hîn bêhtir xwezayê talan bikin

 

Zêdebûna nifûsa cîhanê wê pirsgirêka xurekê girantir bike. Salên 1960'î, ji bo her mirovekî li ser rûyê erdê qadeke ji 0,45 hektarî ya erdê çandiniyê dibû par. Ev rêje di roja îro de daketiye 0,25.

 

Her wiha, ji ber ku wê giraniyeke zêde ji qadên çandiniyê re bê dayin, ev qad dibe ku biweste û berhemdariya wê kêm bibe.

 

Bi zêdebûna nifêsê re wê av têrê neke

 

Kêmbûna çavkaniyên ava vexwarinê, yek ji rastiyên ku bandorê li kêmbûna çandiniyê dike. Ji çavkaniyên avê yên li Cîhanê tenê 2,5 ji sedî weke çavkaniyên ava vexwarinê tê zanîn. Ya mayî ava şor a derya, gol û okyanûsan e. Lê belê ji ber ku ji sêyan duyê van çavkaniyên avê li herêmên cemseran e, tenê ji sedî yek di destê mirovan de dimînin ku bi kar bînin. Ji Sedî 70'yê vê ava vexwarinê jî ji bo çandiniyê tê bikaranîn.

 

Ji bo dewamiya mirovahiya ku nifûsa xwe 10 milyarî derbas bike, pêwîstî bi wê heye ku rêbazên çandiniyê yên ku zêde av jê re navê, bên afirandin.

 

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên der bibin jî ziwatiya ji ber germahniya global e û di encamê de wê herêmên dûrî germa dijwar a kujer, kêm bibin.