DAIŞ li Reqayê darbe ser darbe dixwe: 18 çeteyên din hatin kuştin

112

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li taxa Hîşam Ebdulmelek a dikeve başûrê Reqayê û li Reqaya kevn a dikeve Rojhilatê Reqayê ji şevê din heyanî niha di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şereke dijwar rû dide. Di encama şerê dijwar de 18 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

 

Şervanên QSD’ê ji aliyê Rojhilatê Reqayê ve bi pêşve diçin û  hate gotin ku dest bi operasyona paqijkirina mayînan jî kirine.

 

Şer heya niha jî bi awayeke dijwar li vê herêmê rû dide.