Goran û Komel: Divê parlemento bê şert û merc were vekirin

99

 

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Şandeya Komela Îslamî ku ji Berpirsê Komela Îslamî Elî Bapîr û endamên Meclîsa siyasî Mihemed Hekîm, Enwer Sengawî, Rêbiwar Hemed û Mihemed Bamokî pêk dihat, şandeya pêşwazîkirinê ya Tevgera Goran jî ji Berdevkê Goran Şoreş Hacî, Endamê Komîteya Dîplomasiya Goran Mihemed Tofîq, berpirsê Goran yê bajarê Silêmaniyê Aso Mihemed, Endamê Meclîsa şêwirmend ya Tevgera Goran Seîd Alî, organîzatorê karên navxweyî yên hikûmet û parlementoyê ya Tevgera goran û kadroyê pêşeng yê Goran Osman Hacî Mehmûd beşdar bûn.

 

Hevdîtin ku di saet 10:30’an de destpê kir 2 saet û nîvan ajot. Hevdîtin li Navenda sereke ya Tevgera Goran ya li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê pêkhat û di encama civînê de daxuyaniyeke hevpar belavkirin.

 

Di daxuyaniyê de îşaret bi çend xalên têkildarî hilbijartin, parlemento û referandûmê têkirin.

Li gorî vê;

 

-Mafê serbixwebûna gelê Kurdistanê mafekî xwezayî û rewaye.

 

-Divê referandûm ji bo serbixwebûna herêma Kurdistanê û serbixwebûna herêmên bi nakok (herêmên statûya wan ne diyar) yên Kurdistanê pêk were.Lê tenê nêrîn û fikrên me di mijara rêk û rêbazên pêkanîna referandûmê de hene. 

 

-Pêwîste jiyan û rewşa welatiyan were başkirin û sîstema taloqkirina mûçeyan bi temamî were rakirin.

 

-Divê di serî de sazî û dezgehên herêma Kurdistanê, pêşiya herkesê parlementoya Kurdistanê, bê şert û mercek vekin.

 

 

-Divê hilbijartinên giştî di dema xwede were kirin. Yan referandûmê bixin piştî hilbijartinan yanjî hilbijartin û referandûmê hemwext çêbikin.

 

-Pêwîste aşitiya navxweyî were sazkirin, di mijarên çarenûsaz yên neteweyî de yek dengî di navbera hêzên sereke yên herêma Kurdistanê de çêbibe.

 

Di civîna herdu aliyan de li ser van xalan li hev kirin çêbû.