Îran dûbare ava Zêyê Biçûk qut kir

95

 

 

Rejîma Îranê ku bendav li ser ava Zêyê Biçûk çêdike û ji ber wê jî av li ser Başûrê Kurdistanê qut kir, li ser nerazîbûna welatiyên herêmê û rêxistinên medenî yên herêmê  ev 8 roj bû tenê deriyekî bendavê ji bo Başûr vekirîbû. Ancax piştî 8 rojan şûnde ava Zêyê Biçûk bi temamî hate qut kirin.  

 

Yek ji berpirsên karûbarên ava Qeladizê  Mihemed Hesen têkildarî girtina ava Zêyê Biçûk ya ji aliyê rejîma Îranê ve ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji duh ve dîsa ava Zêyê Biçûk qut kirine û got: “Duh piştî nîvro ji min re hate gotin ku ava Zêyê Biçûk hatiye kêm kirin. Lê, dema ez çûm min, dît ku ew ava kêm ya ku hatibû berdan jî hatiye qutkirin.  Berê jî ji 12 deriyên bendava Kulese tenê yek vekirî bû lê, duh ew deriyê mabû jî hate girtin. Niha me qeymeqamtî û rêveberiya Raperînê jî ji vê rewşa nû agahdar kiriye.”

 

Di 24’ê Hezîranê de ji ber sedema çêkirina bendaveke Kulesa li ser Zêyê Biçûk ku ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê tê çêkirin, ava Zêyê Biçûk li ser Başûrê Kurdistanê hatibû qut kirin. Piştî nerazîbûnên zêde yên rêxistinên medenî û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê Îranê ev 8 roj bû rêjeyeke kêm av ji bo Başûr ber dida.  Ancax ji duh ve ava kêm jî dûbare bi temamî hatiye qut kirin.