Ji bo azadiya Ednan Reşîdî çalakiyeke 2 rojî destpê kir

99

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Îro li ber avahiya Rêxistina Pêşxistina Medenî (CDO) li bajarê Silêmaniyê hinek çalakvan û penaberên Rojhilatê Kurdistanê li gel endamên Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê  çalakiyeke du rojî dan destpêkirin. Ev çalakî wê sibe jî berdewam bike.

 

Daxwaza çalakvanan ewe ku çalakvanê Rojhilatê Kurdistanê Ednan Reşîdî ku ji aliyê asayîşa Pêncwînê ve hatiye binçavkirin were berdan.

 

Yek ji beşdarvanên çalakiyê Zagros Sine di daxuyaniya çapemeniyê de daxwaznameya çalakvanan xwend û got: “Li gorî protokola sala 1967’an ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî li ser rewşa penaberan 3 xalên giring heye, ew xal jî evin;

 

 

Mafê her penabereke piştî xwe radestê welatekê derve kir divê wek penaber were naskirin, piştgiriya wî were kirin. Her wiha pêwîste di ti rewşê de penaber radestê ew welatê ku ji ber siyaseta wî penaber bûye neyê kirin.

 

Erkê hemû hikûmetane ku alîkariya Komîseriya Giştî Penaberan bike.

 

— Divê mafê penaberan were naskirin, piştgirî ji bo wan were kirin û werin parastin. Divê bê cudahî û li gorî qanûnên navdewletî her wiha li gorî protokola hatiye îmzekirin rêxistinên navdewletî ya mafê mirovan nêzîkatî ji bo penaberan raber bikin. 

 

— Di daxwaznameyê de Zagros Sine ragihand ku ew wekî Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevahiya aliyên peywendîdar ên karûbarên penaberan dikin girîngî bi ewlekariya penaberan bidin û mafê kar kirinê ji bo wan nas bikin. Pêwîste mafê xwendinê  ji bo xwe û zarokên xwe  hebe.  Her wisa divê  mafê wan hebe ku bikarin kovar, rojname derbixin û çalakiyên siyasî lidarbixin. derbixwe û ji wan dur neyê xistin.

 

— Di 3’ê Tirmehê de endamê Komeleya Mafê Mirov ya Kurdistanê Ednan Reşîdî ku xelkê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê asayîşa navçeya Pêncêwîn ve hatiye binçavkirin. Duh diviyabû Reşîdî bihata dadgeh kirin lê, rûniştina wê taloqê îro bû.