Kerkûkiyan jî piştgirî dan Efrînê

89

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

 

Dewleta Tirk ku hewl dide kantona Efrînê dagir bike û dest deyne ser destkeftiyên gelê Kurd li rastê nerazîbûna gelê Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê tê. Gelê Kurd bi ruheke netewî li dijî hewldan û êrîşên dagirkeriyê disekinin. Welatiyên Kerkûkî têkildarî hewldanên dagirkirina Efrînê û êrîşên dewleta Tirk helwest raber kirin û gotin,

 

Welatiyê Kakeyî Letîf Ebas têkildarî hewldanên dagirkerina Efrînê ya dewleta Tirk ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dijminahiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd kevine û wiha pêde çû: “Dijminahiya dewleta Tirk ya li hember gelê Kurd kevine. Hîna jî dijminahiya li dijî gelê Kurd berdewam dike. Herçend hinek Kurd dewleta Tirk weke dostê xwe bizanin ku ew ti car nabe dostê gelê Kurd.”

 

 

Pêşmergeyê bi navê Andî Seyîd jî diyar kir ku ew weke gelê Başûr û Kerkûkiyan, hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk ya li dijî xelkê Efrînê pêk tîne şermezar dike û wiha pêde çû: “ Êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê ne ji êrîşên terorîstî yên DAIŞ’ê kêmtire. Em weke pêşmerge amadene ku li çar parçeyên Kurdistanê canê xwe ji bo xaka xwe feda bikin.”

 

 

Xwendekarê beşa Qanûnî yê bajarê Kerkûkê Rêbaz Necat diyar kir ku ev êrîş nîşaneya dijminahiya dewleta Tirk ya li hember gelê Kurd e û wiha axivî: “Di van çend salên dawiyê de bi awayeke vekirî li Rojavayê Kurdistanê dijminahiya gelê Kurd dike. Lê, tişta mirov nerehet dike ewe ku hêzên navnetewî li hember ev pêkanînên dewleta Tirk helwestek raber nekirine.”